Xwarziyê min Alî Varol dîsa şiîreke pir xweş nivîsîye. Min jê pir hez kir.
Alî
Varol şairekî mezin e, şiîrên wî pir xurt in. Lê ji ber ku bi tirkî dinivîsîne di nav kurdan da zêde nayê
naskirin. Heta nuha çend şiîrên wî kirine kurmancî.
Lê wergera şiîrên wî ne rehet e, zimanekî wî yê alegorîk, îronîk heye, wergerê zor dike.
Dema meriv werdigerîne kurmancî hin caran ew xurtî, ew dehşet pê ra namîne, ya jî kêm dibe.
Jixwe wergera şiîrê zor e, wek meriv ji nuh va binivîsîne. Ji wê ra jî hostayî lazim e.Îroniyên wî muhteşm in, metaforên wî, alegoriyên di şiîrên wî da pir xweş û xurt in, meriv diblje waw, çi xweş teşbîhek xweş kiriye!
Min ji vê şiîra wî hez kir, ew wergerand kurmancî. Bi hêvîya hûn jê hez bikin.
Mar
Keviran ez welidandime herhal
Ji hundurê dilê xwe bi şik im
Her çîçeka min dest lêpeland
Her sûcê rijiya ser min
Min qijik baş xwedî kir
Baş kola çavên min
Ez ji wê tenhayê, ji vî baxî
Tim bi tenê bihurîm
Merivên bi serê tik û tenê
Jahriyên xwe hemû ji êvar da daniziland
Rijandin ser min
Min pir bawer kir, pê va pir hatim girêdan
Piyên min, piyên termên riziyayî
Gava ez ketim himêza vê serdemê
Pûtên bûdeleyên kibrê
Huzna bi çakûçên xwe
neqişandin hundur mejiyê min
Ev gotinên min
bûn wek muhebeta nexweşekî
Xwedêyo !
Çoyekî bide min
Li her derê mar hene
///Alî Varol
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar