20 februari 2024

Me kurmancîya bêkes perîşan kiriye

Miletek gava bi sedsalan bindest bimîne, bi zimanê xwe nexwîne, ew ziman dibe gêrmiya gavanan, dibe şorbe. Kurmancî ji gêrmiya gavanan jî xerabtir bûye. 

Di medyaya sosyal da meriv vê yekê pir xweş dibîne. Merivên mest û mezin nikanin du gotinan rast bibêjin. 

Yek gotineka şaşomaşo li hev radigire, dibêje efendim li ba me wiha dibêjin.

Însan dest pê dikin, şaşiyan li dû hev rêz dikin, ew jî dibêjin, li ba me jî wiha dibêjin.

Gava ez van tiştan dibînim gelkî xemgîn dibim, lê xemgînî felaketa çêbûye rast nake.

Abulkadir Bingol gotiye:

”Li Botan, taybet li navenda Cizîrê em ji "traşa serî" re vê dibêjin:
-Min serê çêkir,
-Min serê kur kir,
-Min pirça qusaand.”


Di hersê numûneyan da jî zamîr, cînav tune ye. Bi kurmancî meriv wiha nabêje. Heger bi rastî cizîrî wiha dibêjin, wê demê kurmancîya cizîriyan ji gêrmiya gavanan jî xerabtir e.
Bi kurmancîya tekûz meriv dibêje:
-Min porê xwe kurr kir.
-Min serê xwe çêkir.
-Min serê xwe kurr kir.
-Min pirça serê xwe qusand.
Di kilaman da jî dibêjin ”porkurê, nemayê…”
Em dibêjin ez çûm ser berber, min porê xwe kurr kir. Here porê xwe kurr bike û were.

Yanî di gişan da dibê cînav hebe. Yek jî bêyî cînav nabe.

XXX

Heger tu yê di riya azadî û serxwebûna Kurdistanê da zû biwestî, heger tu yê di nîvê rê da terka hevalên xwe bikî, ji destpêkê nebe rêwiyê vê riyê baştir e.

Di rojên herî dijwar û talûke da jî dibê meriv bêhêvî nebe. Di micadelê da zorî, carnan jî wendakirin heye. Di rojên wiha da gerek meriv qudûmşikestî, bêhêvî nebe.

XXX

Siyasetmedarên tirk pir şît, fêlbaz û bêrû ne. Ji bo çend rayên kurdan bigrin her fêlbaziyê, her durûtiyê dikin, normal dibînin.

Hin kurdên me jî pir saf û xêvok in, bi silaveke tirkekî kêfxweş dibin.

Namzedê bekediya Stenbolê yê AK Partiyê Murat Kurum di axaftina xwe da peyvek kurmancî jî bi kar anîye. Kêfa hin kurdên me hatiye, jê r ali çepikan xistine.

Şerm e, dibê tirk bi gotineke kurdî nikanibin me bixapînin. Dewleta navê welatê me, perwerdeya bi zimanê me qebûl nake, tiyatroya me qedexe dike, di meclîsê da nahêle parlamenterên kurd du gotinan bi kurdî bikin, bi tiştên wiha berradayî dibê meriv pê bikene, wan rezîl bike, ne ku jê ra bibêje eferim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE