20 februari 2024

Îro ez bûm şahidê marîfeteka pisikê

Ez ji heywîn herî zêdetir ji pisikan hez dikim. Ez heyranê wan im.

Pisik heywaneka muhteşm e, bêemsal e, meriv dibe heyranê şexsîyet û qerekterê pisikê.
Îro bûm şahidê marîfeteke pisikê ya pir xweş, bêemsal; ez bûm heyran.

Min zanîbû pisik pîsiya xwe vedişêre, lê min bi çavê xwe nedîtibû çawa dike?
Îro ez û xanim, îro em bûn şahidên wê hunera pisikê. Ez heyranmayî mam.

Danê nîvro ez û xanim ji hundur derketin, ji bo ku herin bîstekê bimeşin. Min derî kilît dikir, xanimê got:

-Wîîî, wa ye ew pisik dîsa hatiye hewşa me.
Pisikeka çûn bû.

Ban kirê, got pişo, pişo, qet guh neda banga xanimê, xwe li ba kir, di nav daran ra hêdî hêdî çû hewşa cîranê me.

Dest bi kolana ber dîwêr kir. Kola, kola, erd hinekî kort kir û pîsiya xwe tê da kir.
Me bi dîqet lê temaşe dikir.


Dûra bi pepikên xwe ax avêt ji ser da, ax li ser qûnç kir, tilmekî biçûk li ser çêkir.

Piştî karê xwe qedand, rast û çepê tilmik çend caran bîn kir, bîn kir û ji wir dûr ket.

Wek kûçik, wek însên, wek teyran gûyê xwe li derve nehîşt, baş veşart.

Kîjan heywan, teyr hewqasî paqij e, zîlqa xwe, gûyê xwe, bişkulê xwe, serkulê xwe, rêxa xwe, tersê xwe vedişêre?

Tiştê ez zanim bêyî pisikê tu heywanekî din tiştekî wiha nake.
Pisik tenê viya dike, çimkî pisik heywaneka pir mustesna ye.

Heywaneka serbixwe ye, wek kûçik û heywanên din nakeve bin emrê kesî, emir û fermana kesî tu carî qebûl nake.

Lema jî esker, pûlis ji kûçikan, sinetkar jî ji pisikan hez dikin.
Pisik jî ji însanan hez dikin, lê gava dilê pisikê dixwaze dihere ba xwediyê xwe.


Esas xwediyê pisikê tune ye, xwediyê kûçik heye, pisik xwediyê xwe wek koleyê xwe dibîne.

Meriv nikane pisikê jî wek kûçik perwerde bike, tiştekî bi pisikê bide kirin.

Ez heyranê pisikê me. Xanim jî ji pisikê hez dike. Em dixwazin yekê bikirin, em li ser dipeyivin, lê me hîn biryar nedaye. Li Swêd mesrefa pisikê pir e, nexweş bike çû ji meriv da, weterîner topa meriv davêjin…

XXX

Zivistana Stockholmê îsal dihere û tê. Çend roj berê baranê da ser berfê, berfa delal giş heland, dinya germ bû, me got wele bihar hat.

Wer xuya dike em xapîyan e, berfê, sermayê wa ye dîsa xwe nîşanî me da.

Lê bihar jî baş li ber xwe dide, teslîmî zivistanê nabe. Ez bawer dikim biharê zora zivistinê bibe, zivistan çiqasî dirêj û no be jî dawî bihara rengîn e, hindik maye, emê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE