21 juni 2020

Qadiyê Misrê



 Xoce Nesredîn rojekê dîsa kerê xwe wenda dike. Xoce vê carê pir diqehere, ji xwe ra dibêje:

-Ev çi ye ez ji destê vî kerî dikşînim, her roj xwe beta dike û tim jî ez lê digerim û dibînim. Hema îcar kevir jî bibare ezê lê nagerim, bira hinekî li çol û çepelan rezîl bibe, ji bo ku aqilê wê  were serî. Bira îcar jî ew li min bigere.

Xoce weha dibêje û bi rastî jî ne ji kesî dipirse û ne jî diçe lê digere. 

Di ser ra roj, hefte û meh derbas dibin, lê ker ne paş da tê û ne jî xeberekê dişîne.

Rojekê Xoce li kolaneke bajêr rastî Hemoyê kerdiz tê. Xoce di dilê xwe da dibêje:

“Evê han qewlikê xeberan e, haya wî ji her tiştî heye, hela ka ez jê bipirsim, belkî ew bizanibe ev ehmeq li ku ye.”

Û dû ra jî jê dipirse.

Hemoyê kerdiz dibêje:

-Ma qay te nebihîstibû kerê te li Misrê bûye qadî ?

Li ser vê bersîva Hemoyê kerdiz, Xoce serê xwe dihejîne dû dibêje:

-Himm, min zanîbû tiştek di bin vê meselê da heye. Dema min ders dida şagirtan, wî  guhên xwe mûç dikirin û tim li me guhdarî dikir! Nuha ez fêm dikim ku efendî belasebeb li me guhdarî nedikir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE