21 juni 2020

Min digot belkî ez hîn xortê berê me


Do ez û xortê me yê biçûk Rojen, bi tevr û bêrê ketin hewşê, me kevir û kuçik, qirqafên zêde avêtin û dûzanek da hewşê.

Lê karê tevr û bêrê, karê kolanê, rakirin û dakirinê karekî giran e. Îro her dera min diêşe, fena yekî ez kiribim cûnî kutabim…

Gava kalê 70 salî rahîje tevr û bêrê, bikole, gomên mezin rake hale wî ev e, roje din jî ewê her dera wî jan bide…


Min digot belkî hîn ez kanim hesin bi sarî badim, lê ne wek min texmîn dikir, ew berê bû...
Axxx kalîtî axxx, tu çi qasî ne baş î...

XXX

Kurdên bi erebî zanin li ser kurd û Kurdistanê gelek berhemên hêja ji erebî wergerandine û li kitêbxaneya kurdî zêde kirine.
Zimanê herî bê feyde tirkî ye, tirkî ji me ra bi kêrî tu tiştî nayê. Me ji tirkî li ser kurd û Kurdistanê tu belgeyeke girîng, bi qîmet bi dest nexistiye.
Belkî meriv kane qala Seyahetnameya Ewlîya Çelebî bike. Bêyî wî me ji tirkî tu feyde nedîtiye.
Lê ji berhemên erebî me pir fêde dîtiye.
Mesela Emîn Narozî tenê ji erebî gelek berhemên hêja wergerandin kurmancî.

XXX
Çavê tirkan kê bibire bela xwe tê dide, çavsoriyê lê dike, xûgiyê jê dixwaze. Çimkî kara xwe di berdûşiyê, lûmpenê, çeqeliyê da dîtine, çi kirine ji wan ra maye.
Hatay, Qibris, Kurdistan dagir kirin ji wan ra ma. Nuha jî li Sûriyê, li Îraqê, li Lîbyayê hinek erdê din dixwazin. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kirine, dixwazin li başûr jî hin deran îlhaq bikin.
Bizina kol elemîye daniyan, tu çi bikî jî dêla/teriya kûçik rast nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE