20 juni 2020

Ji bo sitranekê çar sal ceza

Azad Bedran


Mahkima tirkên misilman-faşîst ji bo sitranekê 3 sal û 9 meh ceza daye Azad Bedran.

Vana nazî jî derbas kirin.

Stran çawa dibe sûc?


Ev çi mahkime ye ji bo sitranekê 4 sal ceza dide sitranbêjekî?

Dewletek, edaletek hewqasî jî qeşmer nabe. Lê her tişt li bejna tirkan tê, bi wan dikeve. 

Ji bo ku dewleteke wan a pînc heye û kanin bi me, vê zulmê li me dikin.

Hûn vê zulmê li me bikin. Lê îro li dinyayê ji dewleta we bêîtîbartir dewlet tuneye. Gava navê Tirkiyê û tirkan tê gotin li Ewrûpayê madê însanan digere, hûn wek welatekî faşîst û miletekî irqçî, hov, ji medenîyetê herî bêpar tên dîtin.

XXX
Di tarîxa me da bi sedan numûne hene, bi sedan car îspat bûye kurdên bi gelê xwe ra xayin ketine û bûne hevalbendên tirkan dû ra poşman bûne, li zirarê derketine. Dû ra rojekê dor hatiye wan, tirkan îfadeya wan jî girtiye.

Eynî tişt ewê were serê kurdên nuha xulamtiya Erdogan-Bahçelî dikin.
Hûn nikanin, newêrin şerê dewleta tirk bikin temam, meriv fêm dike. Lê hûn ne mecbûr in bibin zilam û xulamên wan jî. Hevalbendiya bi rejîma faşîst ya Erdogan-Bahçelî ra ne mecbûrîye, kêfî ye.
Meriv ji ku dera zirarê vegere li karê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE