23 juni 2020

Meriv kanibe çiqasî dev ji tirkî berde hewqasî baş e


Tirkan li Batmanê ji ser riyan îkonên kurdî rakirine. Berê jî nivîs û lewheyên kurdî rakiribûn. Li her bajarê ji HDPê girtin eynî tişt kirin.
Ev ne tiştekî nuh e.
Hin nas û dost bi tirkî hukûmetê rexne dikin. Bi ya min gerek bersîva me ne bi tirkî, bi kurdî be.

Dibê meriv bibêje madem wiha ye, ji nuha û pê da em jî hew bi tirkî dinivîsin, bi hev ra hew bi tirkî dipeyivin.


Helbet ev ne karekî hêsa ye û ji bo her kesî jî ne mimkûn e. Lê heta mimkûn be dibê meriv tirkî û tiştên tirkan boykot bike, bi zimanê xwe bipeyive û binivîse.

Asîmîlasyon û bindestiya tirkan ya sedsalan hin gotinên pir şaş û ne xweş bi hin kesên baş, dilsozê gelê xwe dide kirin.
Yê kane dev ji tirkî berde dibê dev jê berde, heta ne mecbûr be bi tirkî nepeyive û nenivîse.

XXX
Asîmîlayonê ne tenê zimanê wan, hestên wan, fikrên wan jî kiriye wek yê tirkekî nasyonalîst. Ew êdî bi çavê hêzeke dagirker li tirkan û dewleta tirk nanêrin. Bi kêmanî carnan vî aliyê tirkan, bindestiya xwe, dagirkeriya welatê xwe ji bîr dikin û wek tirkekî li meselan dinêrin.

Tirk kanin bi dagirkeriya xwe îftîxar bikin, pê pesnê xwe û bajarên dagir kirine bidin, lê ez dibêjim bi me kurdan neketiye em jî wek wan li Tirkiyê binêrin, pesnê xweşikiya bajarên tirkan dagir kirine bidin.

Mixabin carnan merivên baş jî tiştê şaş dibêjin.
Hin kes ne ji nêteke xerab, ji nezanî pesnê tebîeta Tirkiyê, bajarên Tirkiyê didin. Çimkî asîmîlasyonê ew gêj kirine. Dibê meriv bibêje, rexne bike. Her kesê şaşiyekê dike, ya jî gotineke ne li rê dibêje ne merivê xerab e û dibê meriv bi çavê dijmin lê nenêre.

XXX
Erdogan dinya kiriye gustîl û kiriye tiliya xwe. Ji vê tilîya xwe derdixe, dixe tilîyeke din, ji tiliya qeleçkê derdixe, dixe tiliya girikê.
Serokên ewrûpî jî ji paytextên xwe pel pel li dagirkeriya Erdogan temaşe dikin û jê gazinan dikin.
Erdogan filisekî xwe jî di wan ù di rexneyén wan nade..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE