24 juni 2020

Kurdên li Tirkiyê dijînin nikanin xwe ji asîmîlasyonê biparêzin


Gava ez dibêjim kurdên li Tirkiyê dijîn piştî 30-40 salê din ewê bibin tirk, hin kes li dij vê dîtina min derdikevin, dibêjin na, tu aş î û numûneya kurdên Konyayê nîşan didin.

Bi baweriya min di vê sedsalê da di nava tirkan da, li bajarên tirkan piştî du nifşan ziman nayê domandin, ne mimkûn e.

Ji kurdên koçî Tirkiyê kirine qismekî biçûk bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin jî, neviyên wan ewê nepeyivin. Him ji alî sosyolojîk ve ev ne mimkûn e û him jî miletekî wek tirkan faşîst rê nade vê yekê. 


Em dibînin ji ber ku du karkir bi hev ra bi kurdî dipeyivn tên lînckirin, ji bo ku di telefonê da bi diya xwe ra bi kurdî dipeyive însan tên kuştin.

Ma di civateke wiha da kurd ewê çawa kanibin zimanê xwe nifş bi nifş bidomînin?

Rewşa kurdên Anadoliya Navîn berê tiştekî din bû, dinya ne ev dinya global bû. Kurdên wir hemû li gundan li ser hev bûn, li gundên xwe dihatin dinê û li gundên xwe dimirin.

Bi çolan nediketin, li bajarên tirkan belav nedibûn, nediçûn Ewrûpayê.

Li gundên xwe çandinî dikirin û pez xwedî dikirin, şivan, gavan û çotkarên xwe bûn.

Lê nuha ne wisa ye, telewîzyon, înternet ketiye mala her kesî, telefon di destê her kesî da heye. Zarok bîst û çar saetan bi tirkî mezin dibin, Interneta wan, telefona wan, face wan, twîttera wan her tiştê wan bi tirkî ye.

Ya din her kes dixwîne, diçin mektebên bilind, dibin mamûrên dewletê û li Tirkiyê belav dibin. Lema jî ne mimkûn e wek berê kurd bimînin û kurdiya xwe bidomînin.

Li Kurdistanê li gundan kurdî hîn zindî ye, ji ber ku li ser hev in û ne mecbûrî tirkî ne. Lê li bajaran ne wisa ye, rewş di lehê tirkan û di eleyhê me da ye.

Lema jî kurdên li Tirkiyê heger venegerin welatê xwe mahkûmî wendabûnê ne, piştî du nifşên din êdî tirk in.

Ji ber ku yên li dora wan hemû ne kurd in. Bi kurdan tenê ra nazewicin, bi ferdên miletên din ra jî dizewicin, ev yek jî asîmîlasyonê zûtir dike.

Tiştekî din jî helandin û tirkbûna kurdan rehet dike ew jî dînê me û rengê me û tirkan yek e, yanî ne dînê me û ne jî rengê me ji hev ne cihê ye. Ev yek jî asîmîlasyonê hêsantir dike. Lê li Eweûpayê ne wisa ye, ev proses li gorî ya Tirkyê ewê dirêjtir bajo…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE