24 juni 2020

Tu hîn jî keç î



Mele jina wî mir, piştî demekê ji xwe ra jinbiyek dît û pê ra zewicî. Şeva gerdekê, berî ku here ba jinikê jê pirsî, got:
-Xatûn, tu bi qedrê Xwedê dikî, heta nuha te çend mêr kirine?
Jinikê got:
-Çar.
Mele got:
-Ma di nav wan da qet mele hebûn ya na?
Jinikê got:

-Na bi wele yek jî ne mele bû.
Li ser vê bersîva jinikê, mele di cî da destê xwe bir riya xwe, du sê caran miz da û got:
-Ê wê demê bi wê Qurana min xwendiye tu hîn jî keçeka 18 salî yî!


Bîhn
Li qahwê civat li dora masê geriya bû û milet ji xwe ra ketibû şêwr û mişêwran. Çawa bû, tirê da ser yekî, çuqas xwe jidand jî çare lê nebû, nikanîbû bigirta. Destê wî ji sohbetê jî nedibû. Xwe li ser kursiyê hinekî bir û anî, zîqînî ji kursî anî û dûra jî tira xwe serbest berda. Yekî ji cimatê mesle fêm kir, ji xwediyê tirê ra got:
-Te deng baş şibandê, lê tu yê bîhnê çawa bikî?

Dar nahêlin
Du heval di nava daristanê da digeriyan, ji xwe ra li xwezayê, li suruştê temaşe dikirin. Hinekî bi nav daristanê da çûn, yekî ji yê din ra got:
-Law hela carê bala xwe bide vê xweşikiyê, daristan çiqasî xweş û bedew e, tebîet çiqasî muhteşem e!
Hevalê wî got:
-Law bi Xwedê dar nahêlin ez tiştekî bibînim.

Kane lê nake
Rojeke zivistanê Melê Meşûr(Xoce Nesredîn) dîsa li kerê xwe ye û ji bajêr diçe gund. Bi rê da kerê wî dikeve heriyê. Dike nake, nikane ker rake. Li der û dora xwe dipele tiştekî li erdê nabîne, berf e, ne çêre heye, ne jî tiştekî din. Çiqas li ber dide jî pere nake, ker ranabe ser xwe. Li kêleka rê girekî bilind heye. Xoce bala xwe dide gir û ji xwe ra xeyal dike, dibêje:
-Heger Xwedê bixwaze kane kerê Mele ji erdê rake
Vî girê hember bi ka ke
û devê kerê Mele jî bibe di nav ke
lê ez zanim karê nekiriye nake.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE