09 juni 2020

Tu dibêjî derdeke, tu nabêjî derdeke


Hin rastî hene dibê meriv bibêje. 

Lê gava gotin pere neke, fêde neke, heta belovacî wê dilê însanan bihêle, dost û hevalan ji te dûr xe, wê demê di gotina rastiyê da fêde tuneye, ne hewceye meriv bibêje. 

Di medyaya sosyal da nivîsîna bi tirkî jî yek ji vê ye, dubareya zêde dilê însanan dihêle.


Çi rast e, çi şaş e, çi baş e, çi xerab e her kes zane. Zêde dubarekirin tu feyedeyê nade, kes ne motajî şîretan e.

Lê bêxwedî eşqa kurdî û nefreta li dijî asîmîlasyonê dibe sebebê ez nikanibim bi xwe. 

Ez zanim bi gotina min kes dev ji tirkî bernade, lê rexneya min jî rast e.

XXX
Halê me kurdên bakur, rojava û rojhilat pir xerab e, gav û saetê em di bin nigên dijmin da ne, wer pê li serê me dikin, em wek danê di cûniyê wan da ne, ew mîkut in, em dan in, wer me dikutin.

Lê dîsa jî nabe em gav û saetê qala vê rewşa xwe ya sefîl bikin. Dilê meriv ranake, nabe meriv tim qala perîşaniya xwe bike. Ev yek ji bo psîkolojiya me na baş e. Lema ez carnan henekan dikim, hin tiştên mîzahî dinivîsim.

XXX
Hin kurd çawa kanin hîn jî li Erdogan, nizanim lî kîjan neyarê kurdan guhdarî bikin û vîdeoyên wan belav bikin ez fêm nakim?
Ez fêm nakim çi nizanin, dixwazin çi fêr bibin û çi îspat bikin?
Ez bi xwe ezabekî wiha ne bi xwe, ne jî tu kurdî didim kişandin
Ez dijminê xwe baş nas dikim, ne hewceye her roj li vir û çêrên wan guhdarî bikim



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE