10 juni 2020

Îro roja kar bû !


Min bala xwe dayê îro dinya xweş e, 21 derece germ e. Min got xanim wele fersend ev fersend e, lêhatine, ezê rabim gîha hewşê biçinim û çîta(sênca) dora hewşê jî bibirim, dûzanekê bidimê.

Wek her tim got bira îro bimîne, min qebûl nekir. Min wek xortekî 20 salî zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt meqesa xwe û ez ketim hewşê, min hewşa xwe kir qutî û berda. Ev jî rismekî ji dema min a kar e. Rismê li ber dara xweşik jî yê do ye.




Xanim ji min didexise, naxwaze rismên min bigre, heta min ev risim bê dilê wê pê da girtin çermê eniya min qetiya.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE