10 juni 2020

Min bejna zirav nedî îro du ro


-Min bejna zirav nedî îro du ro
Qêpî veke were hunduro
Xwezî bi wê rojê, bi wê demê
Ez û tu hev û du bikin
Tu bibêjî keçê, ez bibêjim kuro!


-Eman Gulê mizawirê
Sur û zewaca mêrê xerab ne ji dilê
Torinê mino, lawê xelkê, te bejinziravo ji dara pelkê
Ev kûçikbavê mêrê min xerab e ez ji esir û pê va newêrim herim derkê.

-Eman wa yê
Dinya bû kafirstanî, gunê kesî bi kesî nayê
Galgalek ji pêşiya vir da heye
Dibê: "Xewa jina çê di himêza mêrê xerab da nayê."

-Lêwik go: Keçikê min îşev xewnek dî tira-mira
Hela vir da were ezê vê xewnê bêjim ji xwe û te ra
Min dî ew kûçikê mêrê te di xewnê da mirî
Tu dima ji min ra
Keçikê go:Na, na bira mêrê min sax be ji zarokên xwe ra
Ezê te bikim wek berxekî ji berxê Dela-Elo
Ezê te xwedî bikim di ber ra.


-Orta min û te dîwar e
Pihînê lêxe bizanib ne kils e, ne hicar e
Pihînê lêxe bîne xwar e
Li te dereng e, li min êvar e
Were tewafa xalên gerdenê, cotê memikan, ruyê rastê
Ev ramîsan li te helal be, bira teberka Sîn û Seydo be, ji Bavê Kal e.

Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevkar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE