10 juni 2020

Em tim heyranê xelkê ne


Berê em kurdên çep heyranê Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Ho Chi Minh, Castro, Tito, Enwer Xoce, yanî li dinyayê çiqas serok û şexsîyetên bi nav û deng hebûn, me xwe dikir qurbana wan, rismên wan bi darda dikir.

Kurdên dîndar jî heyranên serokên misilmanan û filistîniyan bûn, wan jî rismên wan li malên xwe bi darda dikirin, hîn jî dikin.

Kesên çep bi piranî bi xwe hesiyane, lê dîndarên me hîn jî li dûvikên dîndarên ereb û tirkan in, hîn li pey qûna wan irqçî û faşîstên tirk û ereb in.

Bi qasî me xelk nas dikir, me xwe û egîdên xwe nas nedikirin, piraniya me hîn jî nas nakin.

Lê ji miletên van kesan, van serokan kesî serokekî me, egîdekî me ne  nas dikir û ne jî wek me dibû heyranê wan.

Em tim heyranê xelkê ne, lê xwe, tarîxa xwe, mezinên xwe, egîdên xwe nas nakin û sûretên wan nakin profîla xwe.

XXX
Keçikeke delal, bi navê Xanzad sitranekê dibêje. Vîdeoya xwe di twîtterê da belav kiriye.
Lê belê ne zane bibêje û ne jî dengê wê xweş e. Ji do da ye gelek kes henekê xwe pê dikin. Ne xweş e.
Ne şert e her kes wek Meyrem Xanê û M. Arifê Cizrawî xweş bibêje, dengê wî/wê wek yê wan xweş be. Bira yek jî şaş bibêje.
Xort e, dibê meriv qudûmşikestî neke!

XXX
Kurd hêdî hêdî bi koletiya xwe dihesin.
Li dinyayê sîstema koletiyê ji zûda rabûye û her kes li dijî koletiya reşikan e, li gelek welatan heykelên kesên xwediyên koleyan bûn radikin.
Lê kes ne li dijî koletiya kurda ye, em koleyên tirkan in, zincîran naxin hustuyên me, lê qeydê dixin nigê kesê dibêje ez kurd im. Ev jî îspata wê ye.
Mahmût Alinak ne diz e, ne çete ye, ne fînzansorê Daîşê ye, tecawizî namûsa kesî nekiriye, kes nekuştiye. Tenê gotiye ez kurd im û tirk zulmê li me dikin. Lema jî çûne di mala wî da qeyd li nigê wîxistine...
Dibê cahş, xayin û xulamên tirkan jî êdî bizanibin em wek milet koleyên tirkan in, miameleya koleyan bi me ra dikin.
Lê pozê wan naşewite, hîn jî xulamtiya tirkan dikin...

XXX
Hin kes fêsadiyê, Beko Ewaniyê bêtir bi tirkî dikin, ya bi kurdî nizanin ya jî kurdiya wan têrê nake.
Lema jî fêsadî û minaqaşeyên bêfeyde, bi zirar ne bi kurdî, bi tirkî dikin. Xwedê kir bi kurdî nizanin.
Hin kes şiva xwar in, tu çi bikî jî rast nabin. Tiştê rast dibê meriv hevza xwe ji wan bike.
Dûro bi nûro !
Di medyaya sosyal da carnan minaqaşeyênbi zirar bi ber çavê min dikevin, lê ez tu carî wexta xwe nadim leqleqên bêfêde, bi zirar û wan taqîb nakim.
Ji ber ku ez minaqaşeyên bi tirkî taqîb nakim serê min vehesiyayî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE