11 juni 2020

Em kurd hîn jî kole ne



Di tarîxê da ne reşik tenê kirin kole, ferdên gelek miletên din jî kirin kole.

Kê kanîbû bi kê zulm lê dikir, welatê wî dagir dikir, talan dikir û carnan jî dikir kole û difrot.

Osmaniyan ji emerîkiyan, ji ewrûpiyan bêtir însan kirin kole, li bazaran kirîn û firotin. Di Yûnana Kevn û Romayê da jî koletî hebû. Di îslamê da jî hebû, êsîr ji xwe ra dikirn kole.

Heger reşik ji sipiyan xurttir bûna, wanê jî eynî tişt bikira.


Em kurd ne reşik in lê hîn û hîn jî koleyên tirkan in, halê me ji yê reşikên emerîkî xerabtir e, ne baştir e.
Kole merivê êsîr e, ne azad e, bêîradeye, ew jî, mal û milkê wî jî yê yekî din e.

Rewwşa me ya li Tirkiyê wiha ye, em êsîr in, yanî koleyên tirkan in, ew çi bixwazin wiya tînin serê me. Me sirgûn dikin, dikujin, davêjin zindanê, dilê wan çi bixwaze wiya dikin. Ev koletî ye, em koleyên tirkan in.

Hîn do bo ereb û misilmanan bi hezaran keç û jinên kurdên êzdî ji xwe ra kirin kole û firotin hev.
Û ev tişt jî ne 200-300 sal berê bû, nuha bû, me hîn jî koleyên xwe giş xelas nekirine.

Lê haya kesî ji koletiya me tuneye, kes Tirkiyê û tirkan protesto nake. Tirk li Efrînê her roj kurdan direvînin, tecawizî jinan dikin, dikujin û cendekên wan wek heywanên mirarbûyî davêjin çolan, 

Dinya vê irqçîtiyê, vê jenosîsa tirkan nabîne, kes protesto nake. Lê her kes bi dû bûyerên 300-400 sal berê ketiye. Wê demê kê kanîbûya bi kê talan dikir, welatê wî dagir dikir û ji xwe ra dikir kole.
Ev ne mexsûsî emeîkiyan, ewrûpiyan tenê. Tirkan jî kirin.

Emerîkî, ewrûpî ji me bêtir wê tarîxê, wê zulma xwe qebûl dikin. Û nuha jî sed qatî ji me bêtir însan û demokrat in. 

Protestoyên li Emerîkayê, li ewrûpayê dibin, tiştên reşik û koçber li van welatan dikin heger li Tirkiyê bibe ewê bi sedan însan werin kuştin, tirk ewê qiyametê rakin.

Ma kurd kanin li Tirkiyê hukûmetê, zulma li wan dibe protesto bikin?

Ma kurd kanin heykelên Ataturk û kesên qetlîam kirine bişkînin?

Ewê mala kurdan bişewitînin.

Lê li Amerîkayê, li Ewrûpayê reşik, misilman heykelan dişkînin kes tiştekî bi wan nake, heta heykelên tacirên koleyan radikin.

Dibê meriv vê ferqa xwe û ewrûpiyan, emerîkiyan bibîne; yên xurt berê pir zulm kirine rast e, viya qebûl dikin, dibêjin ne baş bû.

Lê îro jî ji me gelkî baştir in, ji me medenîtir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE