11 juni 2020

Cehnimeya ewrûpiyan û ya tirkan



Rojekê yekî tirk dimre, Cebraîl deftera wî ya xêr û gunehan dide ber xwe û lê dinere. Pelan di ser pelan ra diqulibîne ji bo ku xêreke wî bibîne û cezayê wî hinekî sivik bike.

Dawiya dawî tenê xêreke wî ya pir biçûk dibîne. Wekî din defter ji serî heta dawî giş guneh û gunehkarî bûye. Li ser vê Cebraîl jê ra dibêje:

-Çare tuneye, ciyê te cehnime ye. Ji ber ku di jiyana xwe da te xêrek tenê kiriye. Lê ji bo xatirê vê xêra te ya biçûk ezê  dîsa jî şansekî hilbijartinê bidim te. Tu bi qîma xwe yî, tu dixwazî herî cehnima(dojeha) tirkan ya jî ya ewrûpiyan?

Mêrik dipirse, dibêje:

-Ferqa nabêna wan çi ye?

Cebraîl dibêje:

-Di cehnima(dojeha) ewrûpiyan da ewê her roj kevçiyek gû bi te bidin xwarin, lê di ya tirkan da ewê satilekê bi te bidin xwarin. Ferq ev e.

Helbet efendî di cî da dibêje ez cehnima ewrûpiyan dixwazim. Û wî dişînin cehnima ewrûpiyan.

Garsonekî gelkî nazik û kibar her roj bi dûzan dihere kevçiyek gû dixe devê wî û dûra jî xatir jê dixwaze û dihere.
Her roj bi vî hawî çel sal derbas dibin. Êdî weha dibe ku madê wî hew tehamul dike, dema çav li kevçî dikeve vedirşe.

Rojekê ji xwe ra dibêje:

-Lawo ez nikanim kevçiyekî bixwim, lê tirkên din her roj satlikê dixwin. Ev çawa dibe? Divê ez herim vê yekê bibînim.

Û radibe dihere cehnima tirkan. Dema dikeve hundur, mit û mat dimîne. Bala xwe didê hinek dilîzin, hinek distirên, welhasil her her kes kêf û şahiyê dike. Li ser vê, mêrik bi carê da şaş dimîne, yekî disekinîne û jê dipirse, dibêje:

-Kuro ev çel sal in ez li vir im ez nikanim kevçiyekî bixwim, hûn çawa kanin her roj satlikê bixwin û dîsa jî weha kêf û şahiyê bikin?

Yê tirk dibêje:

-Bira vira cehnima tirka ye, dema satil hebe gû tuneye, gû hebe satil tuneye. Welhasil ev çel sal in me tu gû nexwar!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE