12 juni 2020

Li ser têkiliyên PYDê û ENKSê rojê tiştek tê gotin


Li ser têkilî û civînên PYDê û ENKSê rojê tiştek tê gotin, rojê xebereke belav dibe. Rojekê xebereke xêrê û dilxweşkir belav dibe, kêfa meriv tê, meriv dibêje baş e wa ye kurd dikin li hev bikin.

Roja din îcar tiştekî eksê wê tê gotin, îcar xebereke meriv bêhêvî dike belav dibe. Vê carê jî meriv xemgîn û xeyalşikestî dibe. 


Mesele kirine lîstika zarokan, kirine gêrmiya gavanan, her tişt tê da heye, meriv nizane çi ye.

Tu fersend, tu îmkan ne ebedî ye, lêhatin e, heger meriv jê îstîfade nekir ji destê meriv diçe û careke din ew îmkan, ew fersend çê nabe.

Di Şerê Cîhanê yê Yekê da ji kurdan ra fersenda serxwebûnê çê bû, lê serokên kurdan ne jîr û jêhatî bûn, dijminê xwe baş nas nekirin, bi virên dijminên xwe xapiyan, yekîtiya xwe çênekirin û ew fersend ji destê xwe berdan. Lema jî man bindest û bûn koleyên tirkan.

Li Başûrê Kurdistanê bi ketina Seddam ra îmkana serxwebûna kurdan çê bû, lê ev 30 sal e kurd li hev nakin, wek şexs û malbat li dewlemendiyên Kurdistanê diçêrin,  azadî, serxwebûn ne xema kesî ye. Pişta xwe sipartina neyarên xwe û bêrîkên xwe dadigrin

Her kes ji kursiya xwe, ji talanê xwe memnûn e. Lema jî nebûn dewlet û tiştê bi salan bi dest xistibûn jî wenda kirin.

Rewşa wan li gorî 3-4 sal berê gelkî xerabtir e. Sebebê vê rewşa malkambax ne dijmin e, kurd bi xwe ne, serokên kurdan e, partiyên kurd in. 

Nuha li rojavayê Kurdistanê jî eynî tişt e, ji bo ku li hev nakin rojê maneyekê dibînin. Hinekan pişta xwe sipartine neyarên xwe, bûne zilamên Tirkiyê, lema jî qal û qîlên bêmane dibînin û yekîtiya xwe ya netewî ava nakin, bi yek dengî dernakevin hemberî dinyayê. Ji her serîyekê dengek derdikeve. 

Ji kurdên rojava ra fersendeke tarîxî çê bûye, lê ev fersend jî ne ebedî ye, heger li hev nekin ev fersend jî ewê ji destê wan here.

XXX

Gerra bi maske, devgirtî tedbîreke baş e, lê hema qet xweş xuya nake.
Gava însan bi wan mask û berdevkan civînan çê dikin, li qahwexayan li dora maseyekê rûdin, li kuçe û kolanan bi wî pîneyê sipî digerin dîmenekî pir ecêb çê dibe, çav hîn fêrî vê aksesuara nuh nebûye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE