12 juni 2020

Meyxane



Yê serxweş bi rica û minet birin mizgeftê, nimêja roja Îniyê. Mele ji bo ku xweşî û rehetiya cinetê ji cimatê ra îzah bike, dest pê kir û got:

-Li wê derê ferqa dewlemend û xizanan tuneye. Hezar kul û derdên meriv jî hebin, piştî ku meriv ket hundur û şûn da tu kul û derd bi meriv ra namînin, meriv tim şad û bextewar û kêfxweş e. Xem û xeyal qet nayên bîra meriv. Kêfa meriv li cî ye û dilê meriv jî tim ferah e. De ka bizanibin vira ku der e û çi cî û war e?

Yê şerxweş xwe ranegirt, got:


-Mele, Xwedê jê razî, ev ciyê hewqasî xweş û rehet, bêyî meyxaneyê ma ewê ku der be!

Nivîsek tevlihev e
Mele di cimata gund da qala bêhempayî, bêqisûrî û muhteşemiya Qurana Kerîm dikir. Gavanê gund heta wê çaxê li nêzî şekalan ji xwe ra bêdeng rûniştibû, ji nişka ve xwe tevî gotinê kir û got:

-Rast e, kilama Xwedê bêhempa û bêheval e. Lê tenê nivîsa wê hinekî tevlihev e.
Mele bi hêrs û hinekî jî bi matmayî got:
-Kuro carê tu nizanî Quranê bixwînî, tu viya çawa zanî?
Gavên bi hustuxwarî got:
-Ez ji enînivîsa xwe zanim!

Pîvazan naxwe…
Lawê jinika zaza yê biçûk nexweş ketibû. Cîrana wê rabû hinek şekir kirî û çû serdana lêwik. Çû li ber serê lêwik rûnişt, kîsikê şekir danî ber balîfê wî û dû ra jî destê xwe di serê wî da, got:
-Ka çavên xwe veke, mêze xaltiya te ji te ra şekirê qulpik anîye!
Diya lêwik serê xwe hejand, di ber xwe da got:
-Tew teww teww, aqilê xelkê! Lawikê min pîvazê Çêrmûgê nêwena, îcar ewê şekir wena !

Mamosteyê wî...
Mamosteyê zanîngehê li xwendekarê(telebeyê)xwe rabû, bi hêrs jê ra got:
-Îskenderê Mezin di umrê te da nîvê dinyayê feth kir. Tu hîn nikanî bersîva vê pirsê bidî.
Xwendekar got:
-Lê mamosteyê wî jî Arîsto bû.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE