12 juni 2020

Meriv welatê xwe li xelkê helal nake


Xelk bi darê zorê kera meriv, kûçikê meriv, mirîşka meriv ji meriv bistîne meriv pê diqehere, jê ra nahêle, ji bo ku meriv kera xwe, kûçikê xwe, mirîşka xwe jê bistîne çi destê meriv were meriv dike, heqê xwe, malê xwe lê helal nake.

Tirkan ne kerek û kûçikekî me, ne xanîyek û gundekî me, welatê me ji me stendine, bi milyonan leşker û pûlis xistine ser dilê me, zulmeke dûrî aqilan li me dikin, zimanê me li me yasax kirine û em jî ji xwe ra kirine kole.


Ev jî ne bes e li beşên din yên Kurdistanê jî wer li ser pişta me ne, her roj bombeyan bi ser me da dibarînin û me dikujin.

Bi leşker, pûlis û çeteyên xwe me terorîze dikin, tecawizî namûsa me dikin, xûgiyê ji me digrin, me ji gundên me, ji malên me derdixin, çeteyên xwe dixin mal û gund û bajarên me.
 
 Piştî hewqas tişt hin kes ji me ra dibêjin de tişt nabe, carê bû çû, em û tirk birayên hev in, dibê em doza tu welatî li birayê xwe nekin. 

Ji xwe welat jî, dewlet jî ji me ra ne lazim e.
Kî doza Kurdistanê li birayên me yên tirk bike fêsadiyê dike, nasyonalîstê paşdemayî ye, Beko Ewan e, nabêna me û birayê me xera dike, dema dewletên netewî derbas bûye.

Birayê delal, xwşika delal, tirkan ne kûçikek, ne kerek, ne mirîşkek, ne xanîyek, ne gundek, ne bajarek, welatê me ji me stendine, em wek milet bûne êsîr û bindest, tu mafekî me tuneye, zarokên me jî nikanin bi zimanê xwe bixwînin. Em nikanin navê welatê xwe jî bigrin devê xwe. 

Ma ne dibê em doza girtina welatê xwe li tirkan bikin, em azadî û serxwebûna xwe bixwazin?
Yek welatê meriv ji meriv bistîne, meriv çawa kane dev ji welatê xwe berde û bi kesên dagirker ra bibe bira?

Xelkê mirîşka meriv jî bi zor ji meriv stend, dibê meriv jê ra nehêle, nebêje li te helal be, hewil bide jê bistîne. Heger nikanibe pê jî qenekê lê helal neke, dev ji heqê xwe bernede.

Îro em nikanin zora tirkan bibin, lê ev nayê wê maneyê emê dev ji welatê xwe berdin, bibêjin bira welatê me ji we ra be. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE