13 juni 2020

Gerek çavê her kurdî li serxwebûnê be


Di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê da yeka bi navê Dîlzar Dîlok li ser daxwaza kurdan a dewletê, a serxwebûnê nivîseke rûreşiyê nivîsîye.

Xanimê henekê xwe bi daxwaza kurdan a dewletê kirye. Gotiye bi hezaran "Beko Ewan" di vê meselê gurr dikin.

Navê nivîsa wê ”Xwestina dewleteke kurd.”

Nivîseke pir rezîl e, Di dereke nivîsa xwe da gotiye:


”Ev mesela dewleta kurd meseleyeke pir balkêş e. Komeke xwezîyan e, kemînek e, hêvîyek e, sûcek e, mirineke, hezar Beko û bi dehhezaran qehremanên nemir in…”

”Amerîka dixwaze me di nava kerasekî biçûk da((zibinekî zarokan da)asê bike. Lê belê dibê were zanîn em mezin bûne, kurd mezin bûne…!”

Yanî Amerîka dixwaze li rojavayê Kurdistanê ji kurdan ra dewletekê çê bike lê xanim viya wek "zibinîyekî biçûk" yanî wek kirasekî zarokan yê biçûk dibîne û red dike, henekê xwe pê dike, vê hewildana Amerîkayê wek neyartiyake bi kurdan ra dibîne.

Xanim, kesên dewleteke kurd dixwazin wek Beko Ewanan dibîne, dibêje vana fêsad in, xerabiyê bi kurdna dikin...

Xanim kesên welatê me dagir kirine rexne nake, kesên welatê xwe dixwazin, kesên dixwazin kurd jî bibin xwedî dewleteke netewî rexne dike, vê daxwaza wan şaş û tahlûke dibîne.

Receb Dildar Erê keko, xanim mezin bûye, ji koletîya xwe hezkirîye. Û silavek li sendroma Stokholmê

Mihemed Eren Siyaset, fam û feraseta çewt ya PKKê, serê hemû endam û alîgirên xwe şûştiye û şêlo kiriye. Ji siyasetmedarên wan heta qaşo nivîskar û rewşenbîrên wan di bin vê bandorê da mane. Ango famekorî bûne.

Kadri Özkan Dibe PKK û HDP gorî bawerîya gelek Kurdan kêmayî û şaşiya dike lê tevî van kêmayî û şasîyan bi milyona Kurd bi wanreye lewra bona mafe gelbi kêmayî be jî tekoşînekê dimeşîne lê ev kesan kû dibêje PKK û HDP anjî Partîyen wekî wan Kurdistanek azad naxwaze bes demokratik Turkîye dibêjin ma gelo vanên Kurdistana azad dixwazin bi çi tekoşîne wê Kurdistanê ava bikin.Di dirokê de tu gel bi forte ser masa û bi nivisen medyaye an sosyal medyayê azad nebûye û bê tekoşîn kes azadîyê li ser tepsîyakê îkramî mere nake.

Bedran Acar Hingî wer mezin bûne rûreşya wan, nema di tu derade hiltê!

Mamed Demirkol Nizam çi ji van re bibêjim,

Mahmut Alacabek Mamed Demirkol Keko, tıştekiji nebéje, Wan jı dergehen xwe bavéje u tu sax.

Mehmet Fauzi Özmen Lî hemû Europeye ew rojnameya kurd rêshkîrîne nêzîka du Hezarî tê bîla kîrîn. Kes nêxwînîn.

Kazim Polat Wax li min, xalî li serî me.

Sidar Budak Kazim Polat xalî a heft gûndan.

Muhammet Gözütok Gelo xanima zana derheqê hebûna dewleta tirkan de tiştek gotîye?

Zeki Budak Kek Zinar wê got di kîja rojnameyê da nivîsîye, ew rojname dibîne bandora kî daye, xwedî dizane belkî haya wê xanimê ji rojnameke bi wî navî jî tunebe, hinek kes her carê lê ser navê yekî nivîsa dinivîsînin, ma we nedît lê ser navê Yaşar Kaya çi nivîsandin le ser navê Saîd Çürükkaya çi nivîsandin ev xanim jî yekî wekî wan, dewleta türk bi Emerîka va girêdaye ku piçki mejî serê wan dabe ewê lihember dewleta türk lê hember dewleta Îran û lê hember 23 dewletê ereban derin vana wekî sêwî ya bi loqen xelqê dijîn. Ez vê rojnameyê ne dixwenim nejî tiştê ku bi je tê kıymetekı didimê. Rojêkî ewê were Abdullah Ocalan ewê bibêje nizanim kîja merivî hewkas pirtûk lêser navê min nivîsîye ew roj ne dure.

Battal Battaloĝlu Min nivîs xwend.
Ne nivîsek zelal e û tê de nakokî hene.
Bin fikra xwe zelal nekirî ye.
Lê di nivîsê de mirov nikane bêje ku ew kes li hemberî dewletek kurda sekinî ye.
Dixwaze bêje kesên ku dibêjin em dewleta kurda dixwazin ji bo vê yekê tiştek nekirine û ev gotin jî ji xwe re kirine paravan /mertal.
A duyemîn jî xwestiye bêje dewletbûn bi tenê serê xwe azadiyê nayine.

Wek min gotî ne nivîsek zelal e. Lê rexneyên ku hatine kirin ne cih de ne.

Mahfuz Yildiz Hinek Yahudï jï Israïlë bi yahudïyan re ïxanet binav dikin. Sergëjokën me jï bi umette u sosyalizmë sermest u leyla bune!

Mustafa Sarıca Djjminêkî kurda nivîsaba ew qas dijminatî dikir..

Edebiyat Ebediyet Xwedê qirra wan bîne

Hejarê Şamil Mamoste, dibêjî "nivîsê Dîlzar Dîlok rûreşî ye".
Dîlzar-milzar tunne ye, gotar gotarê ocalan e, cuma ye, abas e, qeresu ye.
"Yeni özgür politika" jî ji xwe hevwateya "rûreşî" ye.
Silavên germ.

Zinarê Xamo Birayê ezîz, weleh heta dereceyekê gotina te rast e, ew qebûl nekin Dîlzar Dîlok nikane van tiştan di rojnameya wan da bibêje.

Beşîr Gedo Icar ev çiye gidyano.?
Min bixwe ev fam nekir.

Zinarê Xamo Te çi fêm nakir? Nivîsê bixwîne.
Heger tu bi tikî nizanî, tu kanî bi translata Googlê bike erebî.
Jinikê henekê xwe bi daxwaza dewleteke kurdî kiriye, gotiye Beko Ewanî ye, sûc e.

Bedran Acar Jinik weke bazirganê miflis, fire daveje û tiştek jî, di tûrikê wedejî tuneye. Ev çelsale eynî tembûlê lê dixin.

Beşîr Gedo Zinarê Xamo
Sipas keko
Mebesta min xedya vè
Fikarè mirov ecèb mayi dike.
û tu sax


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE