05 juni 2020

Ji dost û hevalan hemûyan ra sipasiyek di ji dil !



Bi minasebeta bîranîna dayika min gelek nas, dost û hevalan serxweşî dane min û malbata min. Mala gişan ava be.

Ez li ser navê xwe û xweng û birayên xwe hemûyan û malbata xwe sipasî hemû dost û havalan dikim.
Gelek sipas ji bo hemû şirove û mesajên serxweşiyê û wan peyvên dostane. 

Mala we gişan ava be, bi van memesaj û şiroveyên xwe yên dostane we ez memnûn û dilşa kirim.

Her dê ji ewladê xwe hez dike. Lê hezkirina wê ya ji min bi qasî çiyayê Agiriyê bû. Ji min ra digot tu şirîkê derd û kulên dilê min î…


Dayika min Efra Xamo

Diya min mamosta min a pîşî bû, wê zimanê minê şîrîn bi hosteyiyeke mezin fêrî min kir.

Kitêba min cara ewil xwend û ez jê kurdayetiyê, welatperweriyê  û diristiyê fêr bûm diya min bû.
Ez ne tenê ewladê Efra Xamo me, ez eserê wê me jî; wê gelek tiştên baş û hêja fêrî min kir, ez wek kurdekî ji welatê xwe, ji miletê xwe û ji zimanê xwe hez bike mezin kirim. 


Ew ferheng û ansîklopediya min bû. Jineke zana û bi kultur bû, xwe baş nas kiribû, dilê wê mişt kurdayetî bû. 

Ez te û van çêyiyên te tu carî ji bîr nakim dayê. Tu yê tim di kûrahiya dilê min da bijî.

Bi manasebata yeksaliya wefata dayika min !
Îro yek saliya wefata dayika min e. Dayika min salek berê di 5ê hezîranê da li Diyarbekrê terka me kir û çû mekanê xwe yê ebedî.
Ne wê rojê min kanîbû herim têkevim bin darbesta wê û ne jî îro kanim herim qevdek gul deynim ser gora wê û ya bavê xwe.
Ji ber vê gelkî xemgîn û dilbirîn im.
Tesadufeke nedîtî, keça birayê min Fûad, Hêvîdar jî di sala 2010a, di eynî rojê da saetekê piştî wefata diya min bi rengekî trajîk dawî da jiyana xwe.
Ez van herdu gulên mala Xamo û delaliyên ber vî dilê mişt kul û derd bi hezkirineke mezin bibîr tînim.


Mehmet Şafi Ekinci Bila cihê dayîka te u brazaya te bûhûşta rengîn be... Dema di koça dawî meriv ne li cem koçbera bê, meriv bike-neke xwe nikare bigehîne wan u dı xewna xwede jî her tim j'wan dur e... Lê ew her tim di dil u rihê meriv da ne... Slav u hûrmet brayê delal...

Ekrem Çûvanligolglu: Mekanên wan cinnet e înşela

Ömer Acar Rehma xwede lı servanbı,mekanavan cennetbı...
Fevzî Çetîn: Rahma Xwedê lê be, mekanê wê cinnet be.

Naci Kıran Rahma ğwedı lıbe serı te u malbatı sağ be kekı zınar

Kemal Bakan Gora wn bihuşt be,
Xwedê sbrê bide te Apo,
Te bi rêzdarî slav dikim

Ahmet Kurt Xwede rıhma xwa leke cıhe ware xwa bıhıştbe

Mehmet Tanriverdi Rahma xwedê li be

Seraceddin Kirici Sebir û metanet bibe para we🙏

Mahmut Alacabek Keké Zınar Ruhé Dayika we Şad be u Mekané wéyi Ebedi Cunet be jére inşaleh.


Kakshar Oremar Rengê resh-spî yê wêneyê yadê biqasî esmanê shîn yê van rojên jiyanê paqij û delale. Dayîk hebûn û jiyanin, hezaran rehmet li riha wê dayîka dilovan bin mamosta Xamo.

Sabahattin Korkmaz Xwezil bi wan dayîk û bavan ku li dû xwe eseran (kom-kulfetan) dihêlin. Ez bawer im dayîka te dilnîya ye. Ji ber ku mêrxasekî wekî Zinarê Xamo li dû xwe hiştî ye. Mêrxasî, ne bi pere û mal, ne bi gora kal e. Mêrxasî bi îlm û îrfan, bi cewherê însan e. Zinarê Xamo ev serê nîv esrê ye ku bi tena serê xwe, xwe daye ber barê zimanê dayîka xwe. Ji vê marîfetê mestir tu mêrxasî heye gelo!. Bi beşdarîya merasima definkirina dayîka te/we de me em rêz girt, hem jî muşeref bûm, Bi vê wesîlê, barek qevde gul-kulîlk pêşkêşî bîranîna dayika te-me dikim.

Zinarê Xamo Gelek sipas birayê ezîz, qedirzan û zarşîrîn. Bi van gotinên te yên qedizan pir kêfxweş û serbilind bûm.
Mîn bîriya şiroveyên te yên giranbiha kiribû. Bi hebûna dost û hevalên wek te serbilind im. Ji Stockholmê gelek silav û qevdek gulên ji bexçê dil.🌹

Ridvan Zêr Altun Cihê Wan ronîbê,ew rojên go em karibin bê astengî mirîyê xwe bi cî bikin u nebêjin" gelo wê îşev anjî îro dijmin wê mezelê/tirbê me xirabbikê"hêvîdikim u dibêm serê we saxbê

Zeki Can Geles Dilôvanîye xwedê li ser giyanê wan bê gora wan bihuşt bê serê malbata wan û hezkirîyê wan saxbê amîn

Ahmet Boga Xwede wê birehma şad bi biheşta xweyî rengîn bextewar bike.
Şerê tewahîya malbatê saxbe.

Şakir Epözdemir Ciyê dayîka we û ya hemî dayîkên me ceneta reng,n bî. Maşallah ji xwedê ra ku malbatek li peyî xwe hiştî yeç

M Fahri Kaya Rehma Xwedé li Amojna mi be....Xemginiya Malbaté par dikim.
CİHÉ Amojna mi BÜHÜŞT bé.. 😔😔

Wedat Urtekin Mekanê wê cennet be, Xwedê sebrê bide...Meriv çend salî be jî dewsa dê tu kes nikare cihê wê dagire...

Osman Karakaş Rehma xwedê li dayika te û braziya te be,ciyê wan bihuşt be û bila serê we sax be.

Abdulğani Bakir rehmaxwedê li dîyate û burazya tebe gorawan bihişta baqîbe îşaleh di nava gul û beybunade razên bela serête û serê malbatawe saxbe birayê hêja

Mehmet Salih Akgök Rahma xwedê lêbe ciyiwi bihiştbe

Kamran Simo Hedili Serê hezkiriyên dayîk û biraziya te sex be memoste Zinar

Hasan Çakmak Dîsa serê we û yê malbatê sax be.
Rehma xwedê li wan be.

Husam Aslan Ruhê wê şad cihê wê bihuşt be!

Ercan Çakat Serê te xweş be Apê delal

Zekî Şahoyî Rehma xudê lêbe cihê Wê cinetbe serê Te û hemû malbatê saxbe

Aladdin Bozan Xwedê rehma xwe lêke.

Abdullah Bozkuş Xwedê bi rehma xwe şad bike.
Serê malbata we sax be.

Abit Gürses Bila cîhê wê behişt be.
Serê malbata we sax be.

Nevzat Kizilban Xwedê rehma xwe lê bıke cıhê wê beheşt be

Sultan Arslan Xwedê rehma xwe lê bike û cihê wê bihuşt be.

Jan Jiyan Rahma xwedê lê be!!

Abdullah Polat Cîhê wan bihuşt be.

Eyüp Can Rehman xede lebi

Lezgin Berzan Cihê wê bihişt be,
Rehma xwedê lê be

Kadri Özkan Rahma xwedê lêbê.cîhe wan buhuşt be

Ruzer Hezo Xwedê wan bi rehma xwe şa ke mekanê wan bihuşt be

Fırat Viranoğlu XWEDÊ BI REHMA XWE ŞAD BIKE EZ JI MÂLBATA KUMRUASLAN U JI HEMÛ HEZKIRÎEN Wİ RÂ SERSAXYÊ DIXWAZIM.

Memet Hazim Aksu Rehma xuda lébe

Serdar Rosan Ruhê wan şad be.

Izzettin Sevgin Sere malbata wi sax be Sere hewale wi sax be Bila Kurd u Kurdistan sax be.

Haci Kardoxi Aştî Aştî Xwedé wê bi rehma xwe şad bike ù cihé Wé biheşt be.

Paşa Amedî Rehma Xwedê lê be

Hasan Alicioglu Raha xede lebi cewe cenet bi

Nusret Diken Rahma xede lebe ciyewi cenetbe

Abdullah Gullu Xwede rahma xwe le ser wan bubarine tırba wan baxçe gülan be.

Mehmet Gazi Daş Rehma xwedè lé be

Zeki Budak Kekê hêja, heqê dayikê me gelek lê ser me heye, bila dagirkerên welatê me van zordest en hov, rûreş şerm û fedî bikin, em macir bûne ji welatê xwe ji axa Kurdistanê, ji hızkirıyen xwe dûr ketine, xema nexwe ez jî wekî tê cîhê dîya tê û birazîya tê nav baxçeyê gül, sosin, Beybûn û rihana bê. Rihê wan şad bê,sebir bike ew rojên em bi serbestî herin ser qebrê dê û bavê xwe nêzin.

Mahir Kaya Rehma xwedê lêbı

Axa Kurdikî Xwedê wan bi dilovaniya xwe şa bike

Salih Yayan Serê te û malbata xamo saxbì û gîyanê wan ê pak şabi.

Ibrahim Halil Kaya Rehma XWEDÊ lê bı cîhê wî bıhuşt'a rengîn bı

Ali Basboga Rehma xwedê li hemûyan be. Serê we saxbe Mamosteyê hêja 

Nurettin Turgay Rahmeta Rebbê âlemê li ser wan bi.

İhsan Gonul Xwedé rehma xwe léke

Mustafa Kalpak Sebir sebir

Mehmet Polat Xwedé rehma xwé lé bike cîyé wî bihuşt be seré malbata we sax be

Haluk Gökalp Rûhê wan şad be serê malbatê sax be

Mamed Demirkol Xwede bi rehma xwe şad bike

Mustafa Özçelik Rehma xwedê lê be. Cîhê wê biheşt be.

Salih Kevirbirî Serê we sax be, cihê wan bihuşt be

Vildan Saim Tanrikulu 🙏🙏🌹🌹🌹🙏🙏

Mihemed Eren Cihê wê bihûşt be. Rihê wê şad be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE