05 juni 2020

Di edebiyata kurdî ya gelêrî da erotîzim



Di edebiyata kurmancî ya devkî, ya gelêrî da erotîzim li erşê ala ye, ilim jî memik, qirik û xala gerdenê zêde, zêde li pêş in, cî û mekanên tewafê ne.

Di dûrik û her kilameke dilan da memik, qirik û xala gerdenê bi maç û ramûsanan sor têr dibin, ji hal da dikevin.

Ez bawer nakim di edebiyata devkî, gelêrî ya miletekî din da erotîzimeke hewqasî zêde û di mistewayeke vê bilindiyê da hebe.


Di edebiyata kurdî ya gelêrî da sansora erotîzmê tuneye, azadiyeke bêsînor heye, civat li hemberî teşbîhên erotîk pir xweşbîn e, di kilaman da her kes bi hezkirin û bi tolerans li teşbîh û taswîrên erotîk guhdarî dike, kes xwe aciz nake, şerm nabîne.


Yekî pirsiye, gotiye "bi ya te sebeba vê yekî çi ye ?"
Ji bo ku kurd ne dîndar in, ne fanatîk in, mirovên azad û lîberal in. Kultura ereban, tirkan û sansora dînî xwe negîhandibû gundan, nav gel.
Di van salên dawî da îslam, dîndariya fanatîk di nav kurdan da belav bû. Ev jî bi destê dewletê bû.

XXX
-Heger qerekter li bazarê bihata firotin minê bikirîya û dîyarî hinekan bikira.
Confucius
Heger hûn dixwazin şexsîyeta yekî, yekê nas bikin bala xwe bidin zewqên wî/wê, ji çi hez dike, ji çi hez nake?
Moza hingiv li gulê, mêşa gû li gû vedine.

XXX
Parlamentoya tirkan parlamenteriya du parlamenterên HDPê Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û yê CHPê Enîs Berberoglu di nava çend deqîqeyan da, bi hokus pokus û sîm sala bîmekê xistin û ew ji parlamentoyê avêtin.
Parlamentoya tirkan berê jî ne meclîseke cidî bû, lê bi îktîdara ,îslamîst û faşîstan ra tam bû meclîseke tiroviro.
Li alî din ciyê kurdan di parlamentoya tirkan ya tiroviro da da tuneye, dibê kurd vê rastiyê êdî qebûl bikin.

XXX

Enîs Berberoglu

Enîs Berberoglu kemalîstekî neyarê kurda ye. Carê di nabêna min û wî da jî minaqaşeyek çê bûbû.
Di sala 2012a da piştî wêranbûna Şemzînanê bi serketina dewleta xwe pir dilşa bû, wek rojnamevanekî dewleta dagirker li ser çiyayekî Kurdistanê ev fotografê xwe belav kiribû.
Dewleta Enîs Berberoglu bi zafera wê pir kêfxweş bûbû nuha wî jî wek terorîst dibîne.
Dinya bi dor e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE