06 juni 2020

Were mala bavê min bi dizîka


-Min bejna zirav nedî îro du ro
Qêpî veke were hunduro
Xwezî bi wê rojê, bi wê demê
Ez û tu hev û du bikin
Tu bibêjî keçê, ez bibêjim kuro!


-Orta min û te dîwar e
Pihînê lêxe bizanib ne kils e, ne hicar e
Pihînê lêxe bîne xwar e
Li te dereng e, li min êvar e
Were tewafa xalên gerdenê, cotê memikan, ruyê rastê
Ev ramîsan li te helal be, bira teberka Sîn û Seydo be, ji Bavê Kal e.

-Were mala bavê min bi dizîka
Derî veke bi tilîka
Gava tu hatî tewafa gerdenê, cotê memika
Dê û bavê min gotin ew "keçê ew çi teba ye?"
Ezê bêjim "qûz ehatiye mirîşka."

Qûz, seyê avî, bi îngilîzî beaver, bi tirkî kunduz.

-Were mala bavê min derî veke, bê bismila
Gava tu ketî cem min, te lihêf bilind kir, bê ya Rebî sed maşalla
Gava te devê xwe avêt xebxeba çînaxî, qirika minî poşnaqî
Gava te devê xwe ji qirika min deranî, bê ya Rebî hemdila
Sîng û berê min ji te ra bozî beyazî, mîna beyaz kaxeta destê xoca û mala.

Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevkar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE