06 juni 2020

Hin kes ji makzayî da nerind û fêsad in


Hin kes ji makzayî da fêsad û gelac in, hal û karê wan di bin xêliya kurdperweriyê da fîtne, gelacî û fêsadiya di nava kudan û hêzên kurd da ye, şiklekî îblisê bi maskê ne, tim yê xerabiyê û tevliheviyê ne.

Ji van fêsadan fêsadekî profesyonelê bi navê Îbrahîm Guçlu heye. Di vê dema dijmin ferman li kurdan rakiriye, kurd di bin hesareke giran da ne, hewcedariya kurdan ji her demê bêtir bi tifaqê heye, ew trajediya Dr. Şivan û Seîd Elçî pîj dike, dixwaze vê birîna kurdan di vê dema pir kirîtîk da qaş bike, bêtir biazirîne.


Ev karekî ne ji xêrê ra ye, nerindî û fêsadîyeke mezin e, zirarê dide tevgera kurd ya netewî û kêfa dijmin tîne, ji provakasyonan ra zemînê çê dike.

Guh nedin gelaciya fêsadan, fêsadan ji xwe dûr xin, bi nerindî û fêssadiya wan nexapin.

XXX
Hin wezîfeyên dê û bavan li hemberî zarokên wan hene. Ji van wezîfeyan yek, lêkirina navekî xweş e, ya din jî ziman e. Dibê meriv bi zarokên xwe ra bi zimanê miletê xwe bipeyive.

Wek kurd îro roj wezîfeya me ya herî mezin bicîanîna van hedu tiştan e, navekî kurdî li zarokên xwe kin û bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Dema zarokên kurd navên wan ne bi kurdî bin û bi kurdî nizanibin ev sûcê dê bavan e.

Nav jî, ziman jî nasname û hîmê, garantiya hebûna me ye. Heger em naxwazin zarokên me nifira li me bikin, naletê li me bînin, dibê navên kurdî li wan kin û bi wan ra bi kurdî bipeyivin. Ev herdu tişt jî ne zor e, ne bi pera ye, cezayê wê tuneye.

Kurdên van herdu wezîfeyên xwe bi cî neynin bêkêr in, pûç in, ne tu tişt in. Bêguman di mesela zimên da gotina min ji bo kesên bi kurdî zanin, kesên asîmîle nebûne ye. Dê û bavên bi xwe bi kurdî nizanin nikanin bi zarokên xwe ra jî bi kurdî bipeyivin. Lê kanin navên kurdî li zarokan kin.

XXX
Parlamentoya tirkan du roj berê parlamenteriya du parlamenterên HDPê, Leyla Guven û Mûsa 

Farisogullari û yê CHPê Enîs Berberoglu betal kir û do hersê jî girtin û şandin zîndanê.

Lê tirkan îro Enîs Berberogluyê tirk berdan, şandin malê, gotin here li mala xwe rûne. Û Leyla Guven û Mûssa Farisogullariyê kurd jî di zindanê da hîştin.

Çimkî ew herdu kurd in.

Pîvana namerdiyê tuneye.

Tirk neyartiya xwe qet venaşêrin, çimkî natirsin. Heta ku bi milyonan kurd xulamtiya tirkan bikin, xwe ji zulmê û bindestiyê aciz nekin, tirk tim ewê li kola me siwar bin.

Tu karekî kurd li meclîsa tirkan bike nemaye, dibê kurd dev ji vê meclîsa tirkan a tiroviro berdin. Bi mana di meclîsê da cesaretê didin rejîma irqçî, faşîst.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE