06 juni 2020

Jiyaneke mişt egîdî û fedekarî



Min do bi şev Bîranînên Osman Sebrî qedand. Jiyaneke mişt fedekarî, canfîdayî, liberxwedan, qehremanî, xebata ji bo kurd û Kurdistanê, sirgûn û xeyalşikestinên mezin.

Apo Osman Sebrî û malbata wî, apê wî Şukrî piştî Şerê Cîhanê yê Yekê têkiliya wan bi tevgera kurd ya netewî ra çê dibe. 

Piştî Serîhildana Şêx Seîd têk diçe, dewlet berê xwe dide malbata wan jî û ji eşîra wan gelek kesan digrin. 

Du apên wî li Diyarbekrê îdam dikin û wî pismamên wî jî, bi hezar kurdên din ra sirgûnî nava tirkan dikin.

Dû ra dema di sala 1927a da bi efûyekê ew û gelek kurd tên berdan, vedigere Kurdistanê û daxwaza apê xwe Şukrî ya kuştina Bedir axayê xayin bi cî tîne, Bedir Axa bi mêranieyeke nedîtî dikuje û mahkûm dibe. 


Bedir Axa îfade li ser apên wî û Osman dabû û bûbû sebebê îdama du apên wî. Apê wî Şukrî jî di hefsê da berî berî îdamê bi çend saetan lê dike wesîyet, dibê heyfa min bigre û Bedir bikuje. Ew jî heyfa apê xwe digre.
Malbat, eşîr perîşan dibe. Piştî gelek rev û zahmetiyên mezin, dawiya dawî derbasî binxetê dibe. 

Dema derbasî binxetê dibe li Herranê riya xwe şaş dike û erebên Gêsa bi dostî wî dibin mal û di mala xe da dişêlînin. Tivinga wî, şeşderba wî, perê wî û gustîla wî jê distînin. Dixwazin bikujin lê ji destê wan difilite.

Li binxetê tavilê têkilyê bi Xoybûnê ra datîne. Li ser daxwaza Mîr. Celadet Bedirxan Xoybûn wî dişîne Dêrsimê. Îcar di vê rêwîtiyê da gelek macare tên serî, kesên çûne ba wan tirsonek derdikven û wî ji mala xwe diqewitînin. 

Leşker li pê ne. Gelek zahmetî dikşîne. Piştî demekê dîsa derbasî binxetê dibe.

Li wir jî tiştê hêvî dike nabîne, kadir û rêvebirên Xoybûnê wî xeyalşikestî dikin.

Apo Osman Sebrî di bîranînên xwe da li berpirsiyar û birêvebirên Xoybûnê rexneyên pir giran digre, di heqê Bozan beg, mala Çemîl Paşa, Qedrî Beg, mala Haco Axa, mala Îbrahîm Paşayê Millî, Xelîl Beg, Celadet Bedirxan û gelek kes û berdevkên Xoybûnê yên wê demê da tabloyeke pir reşbîn û nexweş pêşkêş dike.

Carnan ez difikirîm rojekê bîranînên xwe binivîsim. Lê gava meriv bîranînên apo Osman Sebrî, Ekrem Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl Paşa, serpêhatiyên Bedirxaniyan dixwîne, meriv dev ji wê nêta xwe berdide.

Herçiqas her jiyan hêjayî nivîsê be jî di jiyana me da tu bûyerên wek yên Osman Sebrî, Ekrem Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl Paşa, Qedrî Can, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn mezin tuneye.

Yanî li gorî pêşiyên me, tiştê me dîtiye û em jiyan e pir û pir biçûk in. Gava meriv bîranînên Osman Sebrî diqedîne fena meriv ji şerekî mezin xelas bibe, ji xewneke kabûsî şiyar bibe, bîna meriv diçike. 

Li alîkî fedekarî, egîdî û canfîdayiyeke bêhampa, li aliyê din jî bi dehan xiyanet û bêbextiyên nedîtî, tirsonekî, qeleşî.
Heger bi destê we dikeve bîranînên Osman Sebrî bixwînin. Bi baweriya min dibê meriv xatiratên, serpêhatiyên pêşiyên me hemûyan bixwîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE