01 juni 2020

Min îro devê zarokan û xanimê bi kunefê şîrîn kir



Me îsal hîn goşt nebiraştibû. Xanimê û lawikê me yê biçûk gotin îro dinya xweş e, ji me ra goşt bibrêje. Ya rast dilê min jî hebû. 

 Min got ser seran, ser çavan. 

Rojenê me çû ji me ra goşt kirî û min jî zend û bendên xwe vemaltin, manqila xwe li hewşê danî û izxerayeke mikemel çê kir. 


Lê min ne tenê goşt biraşt, min ji wan ra kunefekeyeke(qedaîfê bi penêr) ji ya Hatayê xweştir jî çê kir. 

Sinya min tuneye, lema jî min di tawê da çê kir. Sinîk heba baştir û rehettir e. Dibê ez du sinîkên biçûk bi dest xim. 

Bi ya min qedaîfê bi penêrê Mozzarella ji yê bi qûz û xweştir e. Lê helbet dibê meriv bi germî bixwe.
Penêrê min bû dezî, xanim matmayî ma




2 kommentarer:

  1. Te dilê min bijandê, ezbenî!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Dilê gelekan bijiyayê. Êdî wek berê meriv nikane bibêje kerem bike...

      Radera

PARVE BIKE