01 juni 2020

Ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî dikir sê tirkan ew dan ber kêran û kuştin !


Bariş Cakan

Xortekî kurd bi navê Bariş Çakan, 19 salî li Anqerê ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî dikir ji alî sê tirkan ve bi kêran hat kuştin. 

Dê û bavê wî li gorî felsefe û siyaseta ”biratiya tirk û kurdan” navê wî kiribûn Bariş !

Lê ji bo ku kurd bû û li muzîka kurdî guhdarî dikir, navê Bariş jî ew ji êrîşa tirkan, ji kêrkirinê û ji kuştinê xelas nekir.

Tirk neyarên her tiştê kurdan in, neyarên hebûna kurdan in, neyarên ziman, muzîk û navê kurdan in. Miletl tirk jî, dewleta tirk jî neyarê ji hev xerabtir in, ji kuştina kurdan, ji herikandina xwîna kurdan kêfê digrin.


Êdî kurdê herî kêmaqil, kurdê dîn jî zane tirk dijminekî me yê pir xedar in, dixwazin koka me ji dinyayê rakin, dewleta wan jî, miletê wan jî ji me nefret dikin û li dû qirkirina me ne.

Êdî her kurd bi vê rastiyê zane. Kurdê hîn jî ji tirkan ra bibêje ”em birayên hev in”, hîn jî bi wan ra bijî, hîn jî dewleta wan wek dewleta xwe, welatê wan wek welatê xwe bibîne, ew kes hur bêxîret û xulam û sîxurê tirka ye.

Ev ne cara pêşî ye tirk, kurdan ji bo ku bi kurdî peyivîye, ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî kiriye dikujin; heta nuha bi sedan kurd bi vî hawî kuştine. 

Çimkî dewlet vê cesartê dide wan, çimkî mezinên wan, hukûmeta wan, wezîr û serokê Tirkiyê vê cesaretê dide qatilan. 

Dema dewlet li Sêrtê Kitêbxaneya Celadet Bedirxan bi boldozaran hilweşîne, rismê Celadet Bedirxan bi boldozaran perçeperçeyî bikin, faşîstên tirk jî ewê biwêribin xortekî kurd ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dike bidin ber kêran û bi hovîtî bikujin. 

Qatil dewlet e, hukûmet e, kesên dewletê îdare dikin, ew vê kîn û nefretê dixin dilê tirkan û wan berr bedena kurdan didin.

Ev dewlet, ev milet, ev hukûmet neyarê me ne, dibê em neyarên xwe nas bikin û ji bo azadî û serxwebûnê bixebitin, hedefa me, daxwaza me Kurdistaneke serbixwe be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE