31 maj 2020

Tikriye çandiniya kurdan dişewitîne



Tikriye çandinî û zeviyên kurdan dişewitîne !
Li Rojavayê Kurdistanê Tirkiye genim, zeviyên kurdan dişewitîne. Bi nêzîkbûna dema çinînê ra li Serêkaniyê bi hezaran kektar erdê xelkê şewitandine. Salê çûnî jî eynî tişt kirin.

Ev tiştê Tirkiye dike sabotaje, sûcekî giran e. Dewlet çandiniya xelkê dişewitîne. Geh avê li ser kurdan dibirin, geh zeviyên wan dişewitînin.

Milet berê perîşan û feqîr e,bi vê namerdiyê dixwazin kurdan birçî bihêlin.


Dibê partiyên kurd, hêzên rojavayê Kurdistanê li hemberî van sûcên Tirkiyê bêdeng nemînin, bi hev ra vê meselê bibin Neteweyên Yekgirtî, dezgeh navnetewî, Mahkima Mafê Mirovan. Dewletek bi rengekî sîstematîk sabotajan dike, erdê xelkê dişewitîne. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

XXX


Hukûmeta AKPê li Sêrtê Kitêbxaneya Celedet Bedirxan hilweşand. Çendakî berî qeyûm tayinî ser belediyê kirin. Qeyûm jî Kitêbxaneya Celedat Bedirxan hilşandiye. Bêguman qeyûm bi serê xwe viya nake, ev emrê hukûmetê ye.

Lê hîn jî kurdên hevalên vê rejîma neyarê serê kurda ye hene.
Tiştê li Sêrtê hilweşandin ne Kitêbxaneya Celadet Bedirxan tenê ye, şerefa kurda ye jî!
Hukûmetê careke din nîşan da ew neyarê her tiştê kurda ye, dixwazin kurdan wek mile tji ortê rakin, qir bikin.
Lê ne xema bêşerefan e. Heger ar bikirana gerek îro yek kurd jî bi AKPê ra nema, gişan îstîfa bikira.

XXX


Tirkiyê li Efrînê dest bi revandina jinan kiriye, tecawizî jinan dikin. Ji bo ku Efrînê ji kurdan paqij bikin vê namerdiyê dikin. Heta nuha bi sedan jin revandine. 

Dibê kurd, partiyên kurd gişt bi hev ra li her derê rabin ser piyan, namûsa kurdan ji dest tirkan xelas bikin. Dinyayê bi vê tecawizkariya tirkan bihesînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE