31 maj 2020

Çi ji min tê ez derax nakim


Ji bo min bextewariya herî mezin karê ez dikim, tiştên ez dinivîsim zirarê bide dijmin û bi kêrî miletê min were, însan, keç û xort, nifşên nuh radibin fêdê jê bigrin. 

Heger kanibim bi nivîsên xwe tesîreke herî biçûk li nifşên nuh bikim, wan teşwîqî kurdî bikim ji bo min bextewariya herî mezin e.

Wek seydayê Ehemedê Xanî gotiye, li vê dinyayê her kes hosteyê, mîmarê dîwarê xwe ye, ez jî bi qasî kanim dîwarê hewşa xwe lê dikim.


Ez zêde ne hoste bim jî, dîwarê ez lê dikim pang be jî ev ji destê min tê. Rojekê ewê hosteyên baştir rabin û qesir û qonaxan lêkin. Lê ya muhîm ez tiştekî dikim, li hemberî dewleta dagirker tiştê ji destê min tê dikim.

XXX
Îro li Stockholmê rojeke pir xweş e, nuha 20 derece germ e, rojê bi tîrêjên xwe yên zêrîn kevirên hewşa me sincirandine. Ez û xanim dikin li quncikê siyê rûnin û programa xwe ya îro gotûbêj bikin.
Di vê roja xweş da dibê ez jî hin tiştên baş bikim.
Ji Stockholmê ez û xanim barek dilavên ji dil ji hemû dost û hevalan ra.

XXX
Carnan bersîvnedan jî bersîvek e. Çimkî her pirs ne hêjayî bersîvê ye. Pirsa ne hêjayî bersîvê meriv bêbersîv bihêle baştir e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE