01 juni 2020

Kurd kanin li hemberî tirkan çi bikin?


Ronî Aydin Dere gotiye, ”madem Bariş Çakan ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî kiriye hatiye kuştin, dibê bi milyonan kurd jî li malên xwe, li balkonên xwe, di erebeyên xwe da bi dengekî bilind muzîka kurdî lêxin!”

Ronî Aydin Dere, ev daxwaza ne bi kurdî, bi tirkî kiriye. Ev şaş e. Berî ku meriv viya ji xelkê bixwaze, dibê meriv twîtta xwe ne bi tirkî, bi kurdî binivîse.


Lê ji dêlî ku meriv ji kurdan ra bibêje li muzîka kurdî guhdarî bikin, dibê meriv bibêje dev ji tirkî berdin !

Li muzîka tirkî guhdarî nekin!

Xwe di her warî da ji tirkan, ji Tirkiyê û ji zimanê tirkî dûr xin!

Kî çiqasî kane dibê xwe hewaqasî ji tirkan û ji zimanê wan dûr xe.

Neçin ba tirkan, ji wan tiştan nekirin.

Bersîva herî baş ev e. Boykotkirina tirkan û Tirkiyê ye. Kî çiqasî kane dibê hewqasî bike.
Dibê meriv bi çavê neyarekî irqçî, faşîst û xwînxwar li wan binêre…

Beyana wezîrê karûbarên hundur ya li ser kuştina Bariş Çakan skandaleke mezin e, taswîbkirina qetlê ye. Gotiye ne ji ber kurdî, ji ber ku di dema azanê da bi dengekî bilind li muzîkê guhdarî kiriye û guh nedaye îqaza hemwelatiyan hatiye kuştin.

Yanî yê neheq Bariş Çakan e, qatil ne neheq in, wezîfeya xwe kirine.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE