02 juni 2020

Keçikê tiliya min dêşe min lûbe lûbe


-Lawko were mala bavê min peyayî
Çira me vêketî, agirê me dadayî
Sîng û berê min ji te ra nebû zozanê Şerefdînê
Sîng û berê min ji te ra nebû mêrga Kurdîkê
Ji nîvê şevê pêva ji te ra maye mixelayî.


-Hêrî, bi sed carî bi min hêrî
Ez ji Dêrsima jorî hatime Dêrsima jêrî
Min dî ji mala derketin birrek bêrî
Di destê yekê da cotek elbên kinêrî
Ez li perê vê bêriyê sekinîm
Bi çavan, bi biriyan, bi êrifî min ban dikirî
Ez nizanim ne tu qîza çarde salî, ne bi mêrî
Ez nizanim ne tu bi qelin î, ne bi berdêlî
Xwedê bike miradê miradxwaza û miradê min û bejna zirav
Ji salan sala îsal ji te ra bûme hilêbî, tu di ser min ra bisekinîya bibayî serbêrî.

-Ez hedad im, xweş hedad im
Ezê êgir li ser êgir dadim
Bira dinya alem ji xwe ra bibêjin
Ez esmera xwe bi heft gewrê xelkê nadim

-Lawik dibê: Keçikê hîngî dinya aqil û sewda
Ez kurmanc im, tu kurmancî
Çima te bi tirkê, bi erebî, bi çar zimanan bi min ra xeber da
Rabe taliya vê dinê her mirin e,
destê xwe di destê min ke,
ezê vê bejna te ya zirav birevînim,
Ezê te bavêm pozê çiyayê Dêrsimê,
ciyê kew lê diçêre, kêvroşk dimîne di xew da.

-Lêwik ban kir: Keçikê ez nexweş im were ser min
Gelacên gundê me gelek in, tu li cem min debar nakî
Bisekine li pêş min, xwe bide hember min
Gava ez li bejna zirav, li qedehên çavên reşî belek dinêrim
Ji min wetnê Ezraîl û Cebraîl, Esrafîl û Mîkayil
Herçar qasidên Rebê Alemê, melekê mikerem ew ruhê şîrîn davît ber min.

-Lawik dibê: Keçikê tiliya min dêşe, min lûbe, lûbe
Dermanekî çêbike, Xwedê hebînî hebkî zû be
Xwezî bi wê rojê, bi wê şevê be
Ev destê minî rasêtê li ser memikê te yî sor û sipî be
Devê min li ser biskê beledî, hinarê rû be.

Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevkar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE