02 juni 2020

Em ne mecbûr in şelafiya tirkan bikin !


Em nikanin bi tirkan rast e. Çimkî dewleta wan heye, ya me tuneye. Bi dewleta xwe welatê me dagir dagir kirine, zulmê li me dikin.
Heger dewleta me jî hebûya me yê xwe biparasta.

Lê ji ber ku em nikanin bi wan em ne mecbûr in ji wan ra şelafiyê bikin

Mêrikan zulmê li me dikin, me dukujin, em dîsa jî wan zeyt dikin, şelafiya wan dikin, dibêjin "aştî, biratî" û nizanim çi quzelqurt!


Dibê em dev ji van gotinên berradayî berdin, bi şelafiyê tirk li me nayên rahmê.
Bariş Çakan kuştine bavê wî ji tirsa newêre rastiyê bibêje, şahid çend caran îfade guhertiye. 

Yê sîleyekê li meriv xe meriv destê wî maçî nake!

Tirk kurdan mecbûrî viya dikin, dibêjin emê we bikujin û dibê hûn dengê xwe nekin, di ser da destê me maçî bikin.

XXX

-Însan dibê ji sirgûnê jî, ji zindanê jî, ji mirinê jî netirse, tenê ji tirsonekbûnê bitirse.
Epictetos
Hûn tirsonekan dikin çi bikin, lê tu carî nekin berpisiyar û serokên xwe. Tirsonek tu carî bi ser nakevin.

XXX
Bindestiya dûr û dirêj şexsîyeta gelek kesan pir deform kiriye, kiriye çamûr. Çi tê serê miletê wan jî ew dev ji xulamtî û şelafiya tirkan bernadin.

Tu çi dibêjî, kîjan hovîtiya dijmin nîşanî wan didî jî ne xema wan e, ji ya xwe nayên xwar, dev ji şelafiya tirkan bernadin. Kûçik bi qusandinê nabe tajî.

XXX
Tu çi bikî, çi delîlan nîşan bidî jî tu nikanî zora cahilekî bibî, cahilekî îqna bikî. Ewê tim bibêje êzingê min...
-Merivê cahil xweşikiya gulê nabîne, diçe di histiriyê wê dialiqe.
Mewlane

XXX
”Çavên însên bi gotinên wer dipeyivin ku ziman nikane wan telafuz bike.”

Ziman derewan dike, lê çav tu carî derewan nake. Heger derewan bike jî xuya dike, xwe dide dest.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE