18 juni 2020

Tiştê kurd pê kêfxweş û dilşa dibin !


Bi qasî ez dibînim moral û manewîyata kurdan îro ji pêr baştir, xurttir û bilindtir e.

Sebebê vê kêfxweşî û moralê pozîtîf jî yekîtiya PYDê û ENKSê ya do ye; yekîtiya do, rismên do di medyaya sosyal da belav bûn him kurd dilşa kirin û him jî manewîyata wan xurt û bilind kir.


Kurdên xayin, cahş, xulamên neyarên me ne tê da, lê kurdên welatperwer hemû îro li gorî pêr bêtir dilşa ne û moralê wan li cî ye. Wê demê dostaniya nabêna partî û hêzên kurd, hevkarî û tifaqa wan li kara miletê kurd e.

Madem tifaq, yekîtî tesîreke wê ya baş li ser milet heye, bawerî û manewîyata kurdan xurt dike, milet kêfxweş dike, wê demê dibê em yekîtiya xwe xurttir bikin. Çimkî milet viya dixwaze, çimkî milet bi yekîtiyê kêfxweş û dilşa dibe...

XXX
Amerîkayê piştgirî da yekîtiya kurdên rojava, PYNKê û ENKSê. Sefareta Ameîka ya Sûriyê li ser yekîtiya PYNKê û ENKSê beyanek belav kiriye û gotiye ew bi vê yekîtiya kurdan kêfxweş bûne û destegê didinê.
Gelek sipas Amerîka, Fransa û hemû dost û xêrxwazên miletê kurd.

XXX
-Bala xwe bide kûsî, ancax gava serê xwe ji qêlik derdixe kane bi pêş da here.
James B. Conant

Bala xwe bidin kurdan, gaya dev ji neyartiya hev berdin, yekîtiya xwe çê dikin ruyê wan dikene, dilşa û bextewar dibin.
Jiyana kûsî kurdan pir dişbe hev.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE