18 juni 2020

Tirk dibêjin hedefa wan dagirkirina ”bakurê Îraqê ye”



Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar gotiye ”di rojên pêş da emê li bakurê Îraqê wargehên xwe yên leşkerî zêde bikin. Hedefa Tirkiyê li bakurê Îraqê zêdekirina meqerên leşkerî ye.”

Li gor ajansa Reutersê jî hin berpirsên tirk gotine ”Tirkiye plan dike hejmara binkeyên xwe yên leşkerî di nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir bike”, yanî hinek erdê din dagir bike.


Bizina kol elimî daniya, Efrîn dagir kirin ji wan ra ma. Serêkaniyê, Girê Sipî dagir kirin ji wan ra ma.

Ev 20-30 sal in ji çara yekê başûrê Kurdistanê dagir kirine, bi hezaran leşkerên wan li wir in, ji wan ra ma.

Dema tirk dibînin dagirkirina erdê kurdan û ereban hewqasî rehet û bêbedel e, mêrikan ditahmijin, hinekî din aşûnî dibin, hin erdên din dixwazin.

Nuha jî çavên xwe bera Şengalê, Mûsilê, Zaxoyê û gelek herêmên din din dane. Ji xwe bi hezaran leşkerên wan li wir in.

Tirk pilana xwe ya dagikirina rojava û başûrê Kurdistanê û berfirehkirina erdê Tirkiyê, bi demagojiya şerê bi PKKê ra gav bi gav dixin praktîkê. 

Şerê li dijî PKKê demagojî ye, maskeya tirkan ya dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê ye.

Çavê tirkan kurdan dibirre û Sûriyê û Îraqê jî nuha zeîf dibînin. Lema jî dibêjin fersend ev fersend e, dixwazin başûr û rojava dagir bikin; çiqasî kanibin ewê hewqasî dagir bikin.

Heger kanibin ewê Kobanê, Amûdê, Qamîşloyê, Mûsilê, Kerkûkê, Hewlêrê, Zaxo û Duhokê dagir bikin. Hedefa wan ev e.
Başûr, Kurdistana Federe di tahlûkê da ye, Erdogan û tirkan çav bera wir jî dane.

Dibê hukûmeta Kurdistanê,  Îraq û welatên ereb vê pilana Tirkiyê ya dagirkeriyê bibînin û bersîveke sert bidin Tirkiyê.

Hulîsî Akar eşkere dibêje hedefa wan firehkirina axa Tirkiyê ye. Ji xwe Erdogan jî her tim vê dîtinê dubare dike, dibêje sînorên wan yên rastî ne sînorê Tirkiyê yê îro ne, gelkî firehtir e.

Gerek kurd û ereb vê hedefa Tirkiyê bibînin û bersîveke pir sert bidin tirkan. Dibê tirkan ji Efrînê, ji rojava û başûr derxin, dibê leşkerekî tirk jî li Sûriyê û Îraqê nemîne.

XXX
Hin kes ji pirsên Cuneyt Ozdemir ji Garo Paylan kirin gazinan dikin, dibêjin pir bêbavî û bêexlaqî kir.

Cuneyt Ozdemir bi israr ji Garo Paylan ra got, “bi ya te PKK terrorist e ya na? Dibê tu bersîva vê pirsê bidî.”

Heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe tirk tu carî medenî nabin, nabin însan, ji sedî 99ê wan ewê tim irqçî, faşîst û şelafên qûanalês bin.

Xelasbûna tirkan ji faşîzmê, rojnamevaniyeke rastîn ya tirk girêdayî çêbûna Kurdistanê ye, heta Kurdistan çê nebe, ji sedî 99ê tirkan ewê Cuneyt Ozdemir bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE