17 juni 2020

Îro kurdan dostên xwe dilşa û neyarên xwe jî teqandin



Dîmenekî kurd pê kêfxweş bûn û neyarên me jî pê har û dîn û kezebreşî bûn !

Ji başûr xebereke xêrê heye, kurdên rojava, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) li hev kirin û bi heyeta Amerîkayê ra beyanek dan.
Civîna berpirsiyarên PYDê, ENKSê û berpirsiyarê Amerîka yê Sûriyê bi hev ra sûretekî tarîxî ye.


Gelek sipas Amarîka !
Gelek sipas Fransa û her kesê ji bo dîtina vê rojê, vê yekîtiyê xebitî. Mala gişan ava be.

Gelek sipas ji bo berpirsiyarên PYDê û ENKSê yên ku ev gava tarîxî avêtin. 


Gelek sipas ji bo Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistana Federe, di vê gava tarîxî da miheqeq para Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê jî pir e.

Bi vê xeberê pir kêfxweş bûm. Lê ne ez tenê, her kurdê welatparêz jî kêfxweû bû. Her kes li bende dîtina vê rojê bû.

Hêvî dikim yekîtiya wan qewîtir bibe.

Îhtîmal e sebebê êrîşên Tirkiyê û Îranê jî ev yekîtiya kurda ye. Di nivîsa xwe ya vêsê da jî min bal kişnadibû ser vê yekê. 

Amerîkayê bi vê yekîtiya kurdan, bi vî sûretê bersîv da Tirkiyê, ji tirkan ra got em ne bi siyaseta we ya faşîst ra ne, em bi kurdên rojava ra ne, em terka wan nakin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE