17 juni 2020

Gur û keftar îcar bi hev ra êrîş dikin


Ev çend roj in Îran û Tirkiye, neyarên zurîyeta kurd wek keftar û gurên har dîsa êrîşî kurdan dikin, heryek ji alî xwe da başûrê Kurdistanê bombebaran dikin, bi hezaran leşkerên xwe derbasî nava başûr kirine.

Hedefa xwînxwarên tirk û faris dixwazin rê li ber yekîtî, hevkarî û serxwebûna kurdan bigrin, hewildanên yekîtiya kurdan sabote bikin.


Ji alîkî da bi cahş, zilam û xulamên xwe yên nava kurdan fêsadiyê dikin, gelşan peyda dikin, ji alî din da jî ew bi xwe êrîş dikin...

Gurên herî har û dirinde tirk in, nuha wek dewlet, wek hukûmet, bi partiyên xwe ve di sê cepheyan da şerê kurdan dikin.

Dewleta tirk ji vîrusa koronayê jî xerabtir e, heta ew bi vî hawî hebe ji me ra jî, ji dinyayê ra jî rehetî tuneye.
XXX
Vê qotikpêketa koronayê balansa dinyayê xera kir, dûzana wê serobinî hev kir, aboriya wê jahra xwe kirê, pur û perîşan kir, însanên wê jî bêhuzûr û bêkêf kir.
Êdî ne dinya dinyaya 6 meh berê ye û ne jî însan însanên berê ne. Lê ne xema dinyayê ye, yê jahr belav kirin însan in, ew jî pir bêçare xuya dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE