16 juni 2020

Îro rojeke tevlihev bû


Li der ve ximîna baranê ye, îro em hîn derneketine meşê. Ez li bende me baran veke. Heger veneke bîsteke din ezê derkekevim. Xanim dîsa dudil e, di erênayê da ye...

Lê di vê nabênê da em herdu jî vala nasekinin, wê dest bi haziriya şîva êvarî, pel û pêçanê kiriye û min jî nanê xwe yê sominê Wêranaşarê çê kir û xist firnê.


Bi derketina bobelata koronayê ra em nan li mal lê dixin. Xanim nanê xwe lê dixe û ez jî nanê xwe.
Berê me nan dikirî, lê bi derketina koronayê ra me dev ji kirîna nanê dikana berda.
Ev jî bi xêra koronayê bû, korona derneketa ez fêrî nanpêjiyê nedibûm.
Ev sê meh in ez bi vî nanê xweş xenê bûme, bi tisî jî pir xweş e.
Ez sominê ji ardê reş çê dikim; hûrik, sindik, dendik, mewîjên bêdendik, kuncî, hingiv û hin tişt-miştên din tevhev dikim, nanê min dibe cewahir…

XXX
Hêvî dikim feydeya min gihîşt Qahwexana Laleşê.
Ez dibêjim çer Mihemed Ronahî kitêba min danî wir, mişteriyê wê zêde bûn, ji wê rojê da ye keç û xortên amedî li ber deriyê Laleş Kafeyê pê li serê hev dikin...

XXX
Mihemed Ronahî li Diyarbekrê çend kitêbên min ji bo heval û hogiran danîne qahwexaneya Laleşê.
Qahwexaneya Laleşê li Diyarbekrê li Sanat Sokagi li hemberî Carrefourê ye. Kitêb ne bi pera ye, ez wek diyarî didim dost û hevalan.
Min gelkî dixwest werim Diyarbekrê û ji hevalan ra îmze bikim, lê nuha ev yek ne mimkûn e. Lema jî ez para xwe bi vî hawî belav dikim.
Gelek sipas ji bo alîkariya Mihemed Ronahî û qahwexaneya Laleşê.

XXX
Heta kurd wek nuha bindest û êsîrên tirkan bin, li Kurdistanê nebin xwedî dishilat, ji kurdên başûr û rojava ra rehetî tuneye, tirk tim ewê bombeyan bi ser serê wan da bibarînin.
Bi bertîl û rişwetê tirk tu carî dev ji neyartiya kurdan bernadin. Dibê kurd viya baş fêm bikin.
Kurdên bakur nemînin, giş bibin tirk jî tirk dev ji neyartiya kurdên beşên din ber nadin. Ewê bibêjin belkî rojekê doza Kurdistanê bikin.
Lema jî ewê dijminatiya xwe bidomînin.
Çare dibê Kurdistan çê bibe, heta Kurdistan çê nebe li tu derê, ji tu kurdî ra rehetî tuneye.

XXX
Nuha jî moda duaxwestinê derketiye. Yek nexweş dikeve, ya jî ji ber vîrusa koronayê radikin nexweşxanê, di medyaya sosyal da ji xelkê dua dixwaze.
Xwedê aqil bide misilmanan. Di sedsala 21ê da hîn jî bawer dikin bi dua ewê ji nexweşiyê xelas bibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE