14 juni 2020

Te got çi?

Mehdî Zana û ez. 2018
Ji mahkimeyeke tirk serpêhatî û anekdotek Mehdî Zana.

Dema Mehdî Zana li Diyarbekrê di hefsê da bû minaqaşeyên nabêna wî û hakim gelkî olan dan. Her cara derdiket dadgehê(mahkemê) parastina xwe bi kurdî dikir.

Dadgehê jî ev yek qebûl nedikir, hakim tim digot hutul-batil tu yê bi tirkî bipeyive û parastina xwe bi Tirkî bikî. 

Lê Mêhdî jî  kurd e, carê gotiye na, na ye. Tim bi kurdî ji hakim ra digot na, ez kurd im û zimanê min jî kurdî ye. Loma jî ez bi tirkî napeyivim. Mafekî min ê însanî ye ez bi zimanê diya xwe bipeyvim û parastina xwe bi wî bikim.


Di navbera Mehdî û dadgehê da munaqeşeyên bi vî hawî her tim dom dikir, her cara ku ew derdixistin dadgehê tim ev problem derdiket. Hakim bigota çi, Mehdî tim digot:

-Te got çi?
Rojekê hakim ji Mehdî ra got:

- Mehdî, ka were tenê bi tirkî bipeyive, tu çi dibêjî tu serebst î. Û ji alî wextê ve jî em tu sînorekî danaynin, dilê te çiqas xwest tu kanî hewqasî bipeyivî.

Mehdî wek her tim, ev pêşniyara dadgehê dîsa qebûl nekir. Hakim baş fêm kir ku Mehdî ji ser ya xwe nayê xwar, lema jî xwest wî bixapîne, bi konetî, bi tirkî ji Mehdî pirsî:

- Babanin adi Hilmî degil miydi?( Ma navê bavê te ne Hilmî bû?)

Mehdî carê gotiye na, ma qet bi tirkî bersîvê dide. Bi kurdî ji hakim ra got:
- TE GOT ÇI?

Li ser vê bersîva Mehdî, dadgeha Diyarbekir ev gotinên jêrîn derbasî zebtê kirin:

- Girtî bi zimanekî nayê fêmkirin peyivî, divê ji salonê bête derxistin...

40 sal di ser vê bûyerê ra derbas bû, lê Tirkiye hîn jî ev Tirkiye ye, heta hinekî xerabtir jî bûye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE