13 juni 2020

Çend gotinên hevalekî wefadar


Nivîsa Fûad Onen a li ser kitêba min.

”Piştî 3 mehan êdî ez karim derkevim kuçe û kolanan. Wek hûn dizanin ji ber kontola adlî, ez li Stenbolê esarge mame.

Dewleta tirkan pir li min miqate ye. Dibên heftê 3 roja were da ku em zanibin tendirustîya te li cî ye.
Ez vêsibê rabûm çûm, min îmze da qereqolê û ji wira daketim Taksîmê, serast çûm Pirtûkxaneya Medyayê. Ew navnîşaneke kurdewar e li Stenbolê û divê em vê navnîşana xwe ya delal xalî nehêlin.

Piştî dabûrkirina hisreta pirtûk û hevalan min li pirtûka hevalê xwe ZinarêXamo pirsî. Xêrîye xanimê got me ya te cuda kiriye û pirtûk da min. Sipas ji Zinar û Pirtûkxaneya Medyayê re ji bo vê dîyarîyê.

Dixwazim li ser navê pirtûkê têbînîyekê binivîsînim. Piranîya nivîsarên pirtûkê min xwendiye. Nizanim ev nav çiqasî li naveroka pirtûkê tê. 

Lê baş dizanim ku ev nav (histirî) li bejn û bala Zinar tê. Ji ciwanîya xwe de Zinar weke histirîyê çavbeloq bû û cira wî ne xweş bû. 

Divîya bû navê pirtûkê Stirîyên Min bûya. Van salên dawîn êdî sakîn bûye û bêhna rîsipîtîyê jê tê. Min got bila ciwanên me bi vêya zanibin .
Dest û hestên te her sax bin hevalê min î ezîz Zinarê Xamo.”
2020-06-13
Stenbol

Ev jî bersîva min e:

Hevalê minê rojên teng û şerê giran, bi vê şiroveya te, bi van gotinên te pir kêfxweş bûm. Gelek sipas.

Tiştê te li ser Zinarê Xamoyê berê gotiye rast e, li gorî piraniyê merivekî hinekî ”cirnexweş, hinekî şerûd” bû. Lê yekî rastgo û dobre bû. Ev dobretî, rastgotî gelekê caran dibû sebebê ”cirnexweşiya” wî.

Lê li alî din sebebê hevaltî û xurtiya hezkirina nabêna we jî ev ”cirnexweşiya wî” bû, kêfa te ji vî aliyî wî ra dihat. Çimkî rê ji dila diçe dila.

Herçî navê kitêbê ye, bi Xwedê min jî xwest bikim ” Stirîyên Min”. Lê Hesenê Metê got na, ev nav xweştir e û çend sebeb jî rêz kirin. Ji bo wê jî min bi gotina wî kir û navê wê kir ” Stirîyên Me.”
Ji Stockholmê gelek silavên biratiyê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE