04 juni 2020

Ez ditirsim ev fersend jî ji dest me here


Dijminên me wek gurên har dora me girtine û di her fersendê da êrîşê me dikin, bi sedan, bi hezaran ji me dikujin û zîndan dikin, gelê me bi çolan dixin.

Welatê me wêran bûye, bûye gola xwînê. Milet perîşan e. 

Her roj keç û xortên wek şêr û şepalan şehîd dikevin. Lê em hîn jî li hev nakin, bi civînan serî li xwe digerînin.


Jê dêlî ku li hemberî vê karasta  mezin, li hemberî van gurên har yên dora me girtine em hêzên xwe bikin, tifaqa xwe xurt bikin, em li ser nêçîra nebûyî, li ser Kurdistana di bin îşxala çar dewlatan da  bi hev ketine û goştê canên hev dixwin. 

Kê çi hukim girtiye destê xwe nade kesekî din, bi yekî din ra par  ve nake, dibê bira her tişt ji min tenê ra be.

Yê hember çiqas dike qîjewîj, dibê wiha nebe, ev neheqîye pere nake, wek şêrê ketibe ser nêçîrê, dibê ewê ji min  tenê ra be, ez nêçîra xwe nadim kesî.

Ez ditirsim bi van serokan miletê kurd vê fersenda dawî jî wenda bike û êdî ebediyen kole bimîne, bibe tirk, ereb û faris…

XXX

-Heger qerekter li bazarê bihata firotin minê bikirîya û dîyarî hinekan bikira.
Confucius
Heger hûn dixwazin şexsîyeta yekî, yekê nas bikin bala xwe bidin zewqên wî/wê, ji çi hez dike, ji çi hez nake?
Moza hingiv li gulê, mêşa gû li gû vedine.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE