09 juni 2020

Sebebê vê zulma li kurdan dibe kurdên hevalên AKPê ne


Bi gazinan, bi rexnekirinê tirk tu carî tepa xwe ji ser serê me kêm nakin. Em çi bibêjin jî ewê me biheciqînin, bipelixînin, zulmê li me bikin, bavêjin ser malên me, zarokên me bikujin, bi çeteyên xwe tecawizî zarokên me bikin.

Ev yek pir vekirî ye. 

Dibê em ji xwe ra hin riyên nuh, hin metodên nuh, yên em kanibin bi wan tirkan ji xwe bitirsînin, pê tesîrê li tirkan bikin bibînin.


Tirk heta ji me netirsin, heta mecbûr nebin, heta bivikê nebînin dev ji zulma xwe û pelixandina me bernadin.

Çimkî hedefa wan tunekirina me ye, ji bo ku Kurdistanê li xwe bihelînin dibê me jî wek êrmeniyan qir bikin, asîmîle bikin.

Vê hedefa tirkan êdî her kurd zane, hedefa tirkan gişan helandina kurda ye, dixwazin miletê kurd bihelînin.

Ji bo ku zulma xwe piçekî kêm, benê xistine gewriya me hinekî sist bikin, dibê ji me bitirsin, dibê bizanibin ewê ji zulma xwe zirarê bibînin, ewê li ser wan buha mal bibe.

Ew jî çi ye, ewê çawa ji me bitirsin?

Bi şer em nikanin bi wan, bi kuştina çend pûlis û leşkeran tiştek bi tirkan nayê, belovacî wê kêfa wan tê, bi vê riyê zulma xwe, terora xwe zêdetir dikin.

Yanî bi şer, bi zorê ew nayên rê û dev ji zulma xwe û kuştina me bernadin. Ev 40 sal e em viya diceribînin. Bi şer rewşa xerabtir bûye, baştir nebûye. Bi şer tiştê destpêkê baş bû, rast bû, êdî fêdê nade, zirarê dide.

Lê bi riyeke din em kanin wan ji xwe bitirsînnin, ew jî dibê kurd nebin hevalên wan, rayên xwe nedin AKPê û MHPê û tirkan.

Nuha heger bi sedhezaran kurd ji AKPê veqetin, li Kurdistanê kes bi wan ra nemîne, parlamenterên hîn bi wan ra ne îstifa bikin, berpirsiyarên AKPê yên Kurdistanê yek bi yek îstîfa bikin û bibêjin em vê zulma hûn li gelê me dikin qebûl nakin, a wê demê ewê ji me bitirsin û newêribin vê çavsoriyê li me bikin.

Ya din jî dibê hedefa me êdî tenê Kurdistaneke serbixwe be, dibê kurd dev ji ”cumhûrîyeta demokratîk” û demokratî kirina Tirkiyê berdin, ji bo Kurdistanê bixebitin.

Dibê em kurdan ji AKPê, ji tirkan biqetînin, hevaltiya tirkan bibe xiyanet û neyartiya kurdan.
Dema Erdogan dibîne ew çi zulmê li kurdan dikin jî kurdên bi wan ra xwe naxeyidînin, dev ji xulamtiya wan bernadin, wê demê mêrikan zulma xwe didomînin.

Lema jî sebebê vê zulm û terora dewletê yek jî kurd in, bêdengiya kurdên bi AKPê ra ye. Heger wan deng bikira hukûmetê hewqasî pê li serê me nedikir. 

Ji ber wê jî bi qasî hukûmetê, kurdên hevalên AKPê ne ew jî sûcdar in, heta sûcdarên herî mezin ew in, bi bêdengiya xwe cesaretê didin dijmin, dibin sebebê zulma xwe bidomîne. 

Dibi kurd ji hukûmetê û ji dewletê bêtir, van hevalbendên AKPê, van cahş û xayinên kurd rexne bikin, wan ji tirkan biqetînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE