09 juni 2020

Pûlisên tirk vêsê li Diyarbekrê bi berbangê ra dîsa girtin ser malan û derî şikandine



Pûlisên tirk vêsê li Diyarbekrê dîsa girtine ser çend malan, derî şikandine, malên xelkê tar û mar, serobinî hev kirine û 6 kes jî girtine bin çav. 

Avêtine ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DERê û birêvebirên komelê girtine.

Navê kesên girtî ev nin: Hevserokê Komeleya TUAY-DERê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DERê Muşeher Ulker, rêveberê berê yê TUHAD-DERê Menaf Kur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahit Dogru, rêvebera DUAY-DERê Şafî Hayme, rêvebera TUHAD-DERê ya berê Leyla Ayaz.

Pîreka berpirsiyarê TUAY-DERê Şafî Hayme, Şadîye Hayme dibêje:

”Bi derbekê da wek wahşet hebe ketin hundur. Bi wan ra însanîyet tuneye. Peyê min bi lêdan li erdê dirêj kirin û bi pihînan pê ketin. Dema min got hûn çi dikin, sakîn bin, bi porê min girtin û ez li erdê xistim. Bi qîrîn digotin razê, razê! Gava keça min got hûn çi bi vî merivê kal dikin, ew jî dan ber boksan û li erdê dirêj kirin. Sîleh xistin serê wê, pê li pişta wê kirin. Ev tiştê hanê anîn serê keça min a biçûk…”

Bi vî dijminê me ra hey însanîyetî tuneye, lê di ser da zêde hov, sadîst û namerdin jî. Ji îşkencekirina kurdan, zarokên kurd zewqê digrin. Ancax merivên sadîst û namerd vê zulmê û heqaretê li însanan bikin.

Çareya me azadî û serxwebûne, heta em bindest bin ev namerd ewê me pir biêşînin. Kurdê naxwaze wiha bijî dibê ji bo serxwebûnê bixebite.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE