28 juni 2020

Kurdistan gerek xwe biparêze !


Dibêjin ”av radizê, dijmin ranazê.”

Tirk, dijminekî me yê pirxerab, pir zalim in. Qet ranazên, bi şev û roj, 24 saetan wer li pey me ne.

Bakurê Kurdistanê dagir kirine, 30 milyon kurd kirine êsîr û kole pê nayên serî, nuha jî nîvê rojava û başûrê Kurdistanê dagir kirine, dixwazin van herdu beşan jî bi tevayî dagir bikin û koka kurdan biqelînin, wan jä wek kurdên bakur bikin êrsîr û koleyên xwe.


Hedefa Tirkiyê û miletê tirk qirkirina kurda ye, li sê beşê Kurdistanê derketine nêçîra me. Dibê em li hemberî vê hêza dirinde, wahş û vî miletê devbixwîn xwe biparêzin, Bêyî parstinê tu çareye me nîne. 

Bêdengî, hustuxwarî teslîmbûna ji celad ra ye, dibê em hustuyê xwe li ber vî celadê devbixwîn xwar nekin. Miletê başûr, Kurdistan dibê li ber xwe bide, xwe biparêze. Ya na, tiştê hatiye serê me, ewê were serê wan jî.

XXX
Li Kurdistana Federe hin parlamenteran xwestine statuya herêma Kurdistê werre rakirin û Kurdistan bi hukûmeta Îraqê ve were girêdan, ji wir were îdarekirin.
Kîjan kurd tiştekî wiha bibêje ew xayin e û dibê di heqê wî da doza xayintiyê were vekirin.

XXX
Tiştê tirk li sê beşên Kurdistanê tînin serê me kurdan irqçîtiyeke nedîtîye, teroreke mezin e, ya rast jenosîda miletekî ye.
Ji bo ku em kurd in û tirk kanin bi me, li sê beşên Kurdistanê wek milet bênabên me terorîze dikin, welatê me bombebaran dikin, siwîlan dikujin.
Tank û top û balafirên me tunene, lema jî em nikanin xwe biparêzin. Dinya li vê teror û qetlîama tirkan temaşe dike.
Ev zulm li kîjan miletekî din bibûya dinya, Neteweyên Yekgirtî ewê wiha bêdeng nemana...
Lê ji bo mu em kurd in kes ji tirkan ra tiştekî nabêje, tirk bi kêfa xwe agir bi ser welatê me da dibarînin û me dikujin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE