27 juni 2020

Karê îro dibê meriv nehêle sibe


Her kar dibê di wexta xwe da bibe.

Her gav dibê di wexta xwe da were avêtin.
Karê îro dibê meriv nehêle sibê. Çimkî sibe kane dereng be.

Karê di wexta xwe da neyê kirin, gava di wexta xwe da neyê avêtin, dû ra meriv bike jî nabe, ciyê xwe nagire, çimkî di wexta xwe da nebûye.


Kurdên başûr ev 30 sal in xwedê desthilat in lê belê hîn jî hukûmeta netewî, artêşa netewî, dewleta netewî ava nekirin, nuha jî hebûna Kurdistana Federe ketiye xeterê.

Tirkiye, Îran û Îraq bi hev ra êrîş dikin, dixwazin Kurdistana bi xebeta sedsalan û bi xwîna bi hezaran kurdî ava bûye xera bikin, ji ortê rakin.

Êrîşên Tirkiyê yên ser Kurdistana Federe pir cidî ye, hedef têkbirina Kurdistanê ye.

XXX
Li Hewlêrê dîsa agir bi depoyeke sîleh û cebilxaneyê ketiye.
Ev cara çenda ye min jimar ji bîr kir. Belkî cara deha ye.
Berê difroşin neyarên xwe, depoyê vala dikin û dû ra jî agir bera depoya vala didin. Tim wiha dikin. Kes jî nayê girtin. Yên hev in, hev dû îdare dikin, her yek bi hawakî didize, talan dike.

XXX
Rejîma tirk a îslamî pir xerab e, faşîst e, kurd perîşan kirine, her kes bi viya zane. Di zêde dubarekirina vê da tu feyde tuneye. Bi qalkirina xerabiyên vê rejîma faşîst rewşa me baştir nabe.
Ya ji me ra lazim e li hemberî vê rejîma faşîst em çi bikin, xebateke çawa bimeşînin?
Meriv giraniyê bide vî aliyê meselê baştir e. Tiştê li Tirkiyê dibin, tiştê hukûmet tîne serê kurdan, zulma li hefsiyan dikin dibê dinya bibihîze, dibê em haya medyaya cîhanê bigihîninê. Di vî warî da weşanên bi îngilîzî pir muhîm in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE