27 juni 2020

Ez alîkar im



Mêrik hinek perê hûr avêt ser dismala korekî li ber deriyê mizgeftê. Lê pere li ser dismalê nesekinî û gindirî derve.
Yê parsek rabû bera pey pere da, ew girt û anî danî ser dismala li ber xwe û dîsa li dewsa xwe rûnişt.
Mêrik mit û mat ma, ji yê parsek ra got:


-Kuro ma tu ne kor î?
Parsek got:
-Hevalê min ê kor çûye sînemayê, ez ji dêl wî va li vir im.

Xwendina zêde
Mêrik çavên wî pê ariya bû, rabû çû ser tixtorê çavan. Tixtor piştî ew miayene kir, jê ra got:
-Çavên te pir westiyan e, dibê tu zêde nexwînî.
Mêrik got:
-Tixtor beg, Xwedê ji te razî, ma ez rebenê Xwdê ji ku zanim bixwînim!

Çawa be jî tu yê bigrî
Du lawên mêrik hebûn. Rabû ji gund darê çû bajêr, serdana zarokên xwe. Berê çû mala yê mezin. Jê pirsî:
-Lawê min, halê te çi ye, debara te dibe ya na?
Lêwik got:
-Bavo, weleh min îsal serweta xwe giş xistiye rez, heger baran nebare ewê mala min bişewite.
Mêrik roja din rabû îcar çû mala lawê xwe yê biçûk. Piştî çend pirs û gotinên ji vir û ji wir, ji wî jî pirsî:
-Lawê min, tu di çi halî da yî, hela ka ji bavê xwe ra bibêje debara te dibe ya na?
Lawikê biçûk hustiyê xwe xwar kir, got:
-Bavo, weleh min mal û hebûna xwe giş xistiye karê cerçêkirinê(kûzçêkirinê). Ku baran bibare ewê mala min bişewite.
Roja din mêrik lêxist çû malê. Îcar jina wî jê pirsî:
-Ma halê zarokan çawa bû, çi gotin, çi negotin?
Mêrik got:
-Xatûn, weleh baran bibare jî tu yê bigrî, nebare jî tu yê bigrî; çimkî mala lawekî te ewê bişewite.

Meymûn

Lawikê biçûk bi heyecan ji diya xwe pirsî, got:
-Dayê, mamostê me dibêje em ji zuriyeta meymûnê ne, ma rast e?
Dê hinekî fikirî û dû ra got:
-Here ji bavê xwe bipirse, ew malbata xwe çêtir nas dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE