26 juni 2020

Sipasyek ji dil


Kitêba min "Striyên me" gihîştiye destê BeşîrKavak, rojnamevanê jîr û camêr çend gotinên xweş û qidirzan li ser gotine.

Sipas ji bo wan gotinên dostane.

Herçî nivîsên min yên din in, di rojên pêş da ezê qismekî ji wan jî di çend cildan da biweşînim. Ev nêta mn heye.


Bira ev keda min a salan, ev tarîxa min dîgîtal nemîne, bibe kitêb û têkeve arşîva kurdî.

Nuha min bala xwe da îstatîstîkên bloga xwe, di nav 13 salan da min 6703 meqala weşandine.

Ezê wan li bêjingê xim, yên hûrik, ifare, mifare ezê bidim alî û yên din jî wek kitêb biweşînim.

Lê dibê weşanxaneyek xwe bide ber vî karî.

Bira xelk û alem, nifşên li pey me radibin bibînin li hemberî kîjan meselê ez çi fikirî me û min çi gotiye. Tarîx dema were nivîsîn dibe tarîx û nemir e.

Jiyan wek kitêbekê ye. Çiqasî dixwînim û naxwînim jî dawî lê nayê. Lê ya xweş her roj tiştekî nuh jê fêr dibim. Ji wan hinek xweş in, kêfa min tînin, hinek tahlik û zelindar in, madê min digerînin, dilê min dixerbilînin.

Lê ev kitêb, kitêbeke wiha ye, meriv dixwîne, heta rojekê hew kane bixwîne. Dû ra li pey xwe dihêle û dihere…

Nivîsa Beşîr Kavak:
"

Li hêla me gotineke pêşiyan heye, dibêje “Gava Xwedê da bi elba mezin dide”. Ez jî îro xwe xwediyê vê elba mezin hîs dikim.
Îro roja min a dawî ya kar bû. Êdî ez di tatîla havînê de me, piraniya wextê xwe ez ê bi zarokan re derbas bikim. Ê gava mirov di tatîla havînê de li mal e têra mirov wext ji xwendinê re jî heye.
Ev çend heftîbûn min kurdiya romana Orhan Pamuk ‘Navê min Sor e’ dixwend. Kitêbek e xweş û balkêş e, lê tişta ku ez herî zêde dilxweş kirim wergera kurdî ya Mustafa Aydogan bû. Gelek caran ji ber wan peyvên hatinî peydakirin, kurmanciya xweş û herikbar min heman bend sê-çar caran dixwend. Bila destên mamoste Aydogan sax bin.
Romana Pamuk şevê din qediya û min ji bo ku di havînê de bixwînim hin kitêbên nû danîne aliyekî.

Îcar vê sibê kitêba Zinarê Xamo ya bi navê “Sitirîyên me” giha min û kete nav van kitêbên havînê de. Hema yekser min çend gotarên tê de xwendin û bi qasî min dît apê Zinar hin serpêhatî, nerînên xwe yên salên 80-90î kom kirine. Ez dizanim ku weke herdem wî gotinên xwe dîsa rast û rast, ji qewlê tirkan ve ‘dobra dobra’ kirine û lewra navê kitêbê qet li min ecêb nehat.
Ji bo vê diyariya ku xuya ye arşîveke baş a nexasim kurdên Swêdê ye ez gelekî spasiya apê Zinar dikim. Hêvîdar im ew bikaribe nivîsên xwe yên piştre jî berhev bike û ev adet derbasî gelek rihsipiyên me yên din jî bibe.
Ji we hemûyan re havîneke xweş hêvî dikim."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE