26 juni 2020

Tirkan ev kinc bi zor li Seyid Riza kirine !

Ev kinc berî îdamî bi zor li Seyid Riza kirine


Qiyafetê bi fotor bi zor li Seyid Riza kirine !

Dema Seyid Riza birine îdam kirine, kincên wî yên netewî jê kirine û çakêtek bi zor lêkirine û şewqeyekî fotor jî dane serî.

Yanî qiyafetê wî yê berî îdamê ne yê wî ye, namerdan bi zor lêkirine. Namerdiyeke ji viya mezintir tuneye.

Heta nuha ev nedigotin, nuh dibêjin.

Berî îdamê ev kin ji Seyid Riza kirine û fotor dane serî

Girêdana Seyid Riza ya normal şaşik û şal e, ebe ye, kincê kurdî ye. Şewqe û fotor bi zor dane serî û pê risim girtine.

XXX
Rejîma tirk a îslamî pir xerab e, faşîst e, kurd perîşan kirine, her kes bi viya zane. Di zêde dubarekirina vê da tu feyde tuneye. Bi qalkirina xerabiyên vê rejîma faşîst rewşa me baştir nabe.
Ya ji me ra lazim e li hemberî vê rejîma faşîst em çi bikin, xebateke çawa bimeşînin?

Meriv giraniyê bide vî aliyê meselê baştir e. Tiştê li Tirkiyê dibin, tiştê hukûmet tîne serê kurdan, zulma li hefsiyan dikin dibê dinya bibihîze, dibê em haya medyaya cîhanê bigihîninê. Di vî warî da weşanên bi îngilîzî pir muhîm in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE