26 juni 2020

Tedbîr û tewekul



Ev çar meh in zalima kornoyê em di hunduran da hefs kiribûn, her kes di mala xwe da di nav tirs û xofeke mezin da dijiya, kes newêrîbû biçûya serdan û mîvantiya kesî.

Lê însan mexlûqekî zû xwe diguherîne, zû întîbaqî şertên nuh dibe.

Pişt 3-4 meh jiyaneke mişt tirs û xof, me dev ji tedbîrê berda, nuha jî dema xemsariyê û tewekulê dest pê kiriye.


Ev çendake li Stockholmê çend hevalan dîwarê tirsê û îzalasyonê hedimandine, dîsa wek demên berê bi ser hev da diherin û tên. Pêr ez û xanim jî çûn tevî wan bûn, me jî got êdî bes e ji destê vê koronayê!

Yanî me hevalên Stockholmê dema tirsê li pey xwe hîşt, em fêrê jiyana bi korona bûn, nuha jî dema tewekulê dest pêkiriye, em dibêjin de qey tişt nabe. 

Heta nuha tiştek bi me nehat û wa ye em giş jî saxlem in, lema jî emê werin ba hev, hema çi dibe bira bibe…

Hêvî dikim ev wêrekî, ev tewekula me ji me ra hin serêşî û beleyan peyda neke, şahiyên me, sohbetên me nebin sebebên hin nexweşiyan…

Tedbîr baş e, lê weleh jiyana di nava tirs û û xofeke bêdawî da jî da ne tu jiyan e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE