15 juni 2020

Stirîyên min îro gihîştin destê min



Dawiya dawî kitêba min bîstik berê hat gihîşt destê min. Ez li bende kevzikî bûm.

Ya rast min bawer nedikir were. Lê bîstik berê DHLê  pakêt anî ber deriyê male me. Şofur jî xanimek bû.

Tirkiye welatekî bi sabiqe ye, secereya Tirkiyê ya di vî warî da pir xerab e. 

Min du caran kitêb şand Tirkiyê herdu caran jî negihîşt ciyê xwe. Bêbavî kirin nedan.

Ez çend caran bi posta Swêd ra peyivîm lê pere nekir. 

Lema min bawer nedikir pakêt were bigihîje destê min.


Lê ji ber ku wek berê ne poste ye, karê lojîstîk êdî bi şîrketên kargoyê ye, lema jî pakêt saxlem digihîjin ciyê xwe. DHL ji xwe saxlem e. Min nizanîbû li Tikriyê jî heye.

Hatin wa ye hel bû. Lê ezê çawa bidim dost û hevalan ew ne rehet e. 

Nuha ji ber bêxwediya koronayê çûn û hatina bajêr hinekî problem e, ez naçim bajêr. Însan hîn newêrin ehet bigerin û herin ba hev.

Ezê çendakî din bipêm, hela ez binêrim dinya çawa dibe. Dû ra bi hawakî ezê bigihînim hevalên Stockholmê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE