15 juni 2020

Miletek ancax hewqasî bêwefa dibe



Hin bûyer hene gava meriv dibihîze, fêr dibe janekê bera hinavê meriv didin. Jiyan û serpêhatiya Celadet Bedirxan û xanima wî Rewşen xanimê jî tesîreke hewqasî mezin li min kir, agir bi kezeba min xist. 

Li ser jiyana Celadet Bedirxan, rewşa aboriya wî min tişt zanîbûn, lê ev tiştên Konê Reş nivîsîne min nizanîbû.

Min îro kitêba Konê Reş, ”Celadet Bedirxan-Jiyan û Ramanên Wî” qedand. Di kitêbê da serpêhatî û trajediya Mîr Bedirxan û malbat û zarokên wî kezeba meriv perçe dike.
 
Tirkan mîrektiyek wek ya Bedirxaniyan mezin û bi îhtîşam di nava 70-80 salî da tarûmar kirine, bi erdê ve zeliqandin, qedandin. 

Ev trajediya bi êş min berê xwendibû û zanim tirkan çi anîne serê mîrektiyên kurdan û çawa koka wan qelandin, ew kirin tirk.

Lê di kitêba Konê Reş da ji vê bêtir, xizanî û feqîriya Celadet Bedirxan ez pir êşandim. 

Lawê Mîr Alî Bedirxan, xwediyê qesir û qonax û xulam û dadî û mamosteyên taybetî, di dawiya jiyana xwe da, dema kovarên Hawar û Ronahiyê derdixe zahmetiyên nedîtî dikşîne, dikeve rewşeke hewqasî xerab nikane debara xwe bike.

Di 15ê temûza 1951ê da dema Celadet Bedirxan di wê qeza trajîk da wefat dike ”13 lîreyên sûrîyê di bêrîka kebanîya wî da hebûye.”

Yanî Celadet Bedirxan, Mîrê Botan hewqasî feqîr ketibû û di wan şertên xerab da jiyana xwe û malbata xwe didomand. Û kurdan jî pê ra alîkarî nedikirin.

Carê ji ber bêperetiyê nikane Hawarê derxe, kursiya li ser rûdine firotiye. Yanî kursiya xwe firotiye û pê Hawar derxistiye.

Lawê Celadet Bedirxan Cemşîd di sala 1958a da lîseyê diqedîne û diya wî Rewşen xanim dixwaze ew here tahsîla xwe li Almanyayê bidomîne. 

Çimkî Celadetê rahmetî xwestiye Cemşîd bibe tuxtor.
Lê perê ew pê here Almanyayê tuneye. Rewşen xanim ji bo ku dost û hevalên bavê wî pê ra alîkariyê bikin wî dişîne Cezîrê ba hin dost û havalên Celadet. Yanî dişîne recuyê, ji wan alîkariyê dixwaze.

Lê kes alîkariyê pê ra nake.

Konê Reş gotiye ji xelkê Cezîrê tenê, ”Hesen Axa Haco û Hecî Abdulkerîm ji Eyndîwarî 400 lîreyê sûriyê pê ra alîkarî kirine û soz danê berî ew here ewê jê ra hinek pereyên din jî bişînin Şamê. Lê ew soza xwe bi cî neanîne.”

Bifikirin, xanima mêrekî wek Celade Bedirxan, keça Salih Bedirxan, neviya Mîr Bedirxanê Mîrê Botan, ji bo xwendinê lawê xwe yê 19 salî ji bo alîkariyê şandiye ba kurdan, lê du kesan tenê 400 lîre danê. 

Ma şerm û rûreşiyeke ji viya mezintir heye?

Piştî ku Cemşîd destvala vedigere, Rewşen xanim ”ji neçarî odeyeke xaniyê xwe yê bi kirê tê da ye bi kirê dide.” 

Ew bi xwe di xaniyê bi kirê da ye, lê ji bo kanibe alîkariyê bi lawê xwe ra bike odeyeke xaniyê xwe bi kirê dide.

Dema min ev rêz xwendin kezeba min got çiz û hêsir bi çavên min ketin.

Miletek ancax hewqasî nankor û bêwefa dibe !

Yekî wek Celadet Bedirxan di nava feqîriyê da dijî û di xaniyê bi kirê da rûdine. Dema wefat dike 13 lîreyên sûrî perê wan hebûye. Kurd ji mêrekî wek Celadet ra xaniyekî, qesrekê nakirin. 

Ma ji bo miletê kurd, ji bo kurdên rojava ne şerm bû Celadet Bedirxan li Şamê kirêciyê ereban bûya?

Lê diyar e ne xema kurdan bûye, çimkî ji hestên netewî bêpar bûne, çimkî bêwefa û nankor in.

Piştî ku Cimşîd diçe Almanyayê û keçên wê Sînemxan û Useymexan mêr dikin, halê Rewşen xanimê di warê aborî da xerabtir dibe. Rewşen xanim nikane kiriya xaniyê xwe bide. 

Xwediyê xênî doza valakirina xênî lê dike. Li Şamê jî xaniyekê erzantir nabîne. Dikeve halekî xerab.

Dawiya dawî nasekî wê jê ra li bajarê Banyasê xaniyekî kiriya wî erzan dibîne û radibe ji mecbûrî di sala 1972a da koçî Banyasayê dike. 

Yanî ji bo ku nikane kiriya xaniyê xwe bide bi bêdilî ji Şamê koçî bajarekî din dike.

Û ev yek jî li ber çavê bi sedjezaran kurdên rojava dibe, wê demê di nav kurdên rojva da bi sedan kesên pir dewlemend hebûn. Haya hêzên kurd ji vî halê Rewşen xanimê hebû. Lê kes neçûya hawara wê, kesî destê alîkariyê dirêjî wê nekiriye.

Miletekî wefadar, miletekî xwedî esalet, miletekî ne nankor be neviya Mîr Bedirxan, xanima Celadet Bedirxan di nav vê hejariyê û perîşaniyê da nahêle.

Civatek çawa kane hewqasî bêxîret be, destê alîkariyê dirêjî jina Mîrekî kurd neke ez matmayî mam!

Miletekî hewqasî bêwefa, qedirnezan û ji nasyonalîzmê bêpar helbet bi ser nakeve. 

Lê esas ne nasyonalîzim tenê kêm e, însanîyet jî bi kurdan ra tunebûye. Heger hebûya pîreka mêrekî wek Celadet Bedirxan, jineke ji mala Mîrê Botan di nav wê feqîriyê da nedihîştin, ewê ew wek şahbanûyekê xwedî bikirana, ewê zarokên wê bidana xwendin.  

Bi kurtî ev serpêhatiya Celadet Bedirxan û Rewşen xanimê ya mişt êş ez gelkî êşandim…

Konê Reş bi vê berhemê xabeteke pir hêja kiriye, mala wî ava be. Bi xêra vê xebata wî gelek tişt bûn belge û nemir. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE