19 juni 2020

Tirkiyê ENKS jî terorîst îlan kir !


Wezîrê karên derve yê Titkiyê Mevlût Çavuşoglu gotiye:

”Navê wê çi dibe bira bibe, her kesê bi PKKê-YPGê ra hevkariyê bike ji bo me tu ferqa wê ji PKKê, YPGê tuneye û ji bo me hedefekemeşrû ye.”

Ev îş wiha ye, kîjan kurdê, kîjan hêza ne eskerê tirk be, li gorî daxwaz û emrê tirkan hereket neke terorîst e, dibe hedefa Tirkiyê ye. Nuha ewê dor were partiyên din jî.

Dibê ENKSê ev yek ji tarîxa kurdan û Tirkiyê bizanîbûya.
Êdî ENKS jî ji bo tirkan PYD û PKK ye, dibê ENKS vê yekê baş bizanibe û xwe ji nava lepên tirkan xelas bike.

Ev gotinên Çawuşoglu tê maneya Tirkiye êdî ENKSê jî terorîst dibîne. Sibe ewê PDKê, YNKê û ji hemû partiyên kurdan yên din ra jî bibêjin terorîst. Ji xwe mêrik gotiye kî bi PYDê ra bide, bistîne ew hedefa Tirkiyê ye. Li gorî vê pîvana Çavuşoglu partiyên kurd giş hedefên dTirkiyê ne.
e.

XXX
Yekîtiya kurdan tirk har kirine. Ji bo êrîşî ser Kurdistana Federe bikin haziriyeke mezin dikin.
Di medyaya hukûmetê da neyartiya Mesûd Barzanî dest pê kiriye.
Ev yek bi dîrektîfa MITê û hukûmetê dibe. Dibê kurd bi hev ra û bi hukûmeta Îraqê ra xwe biparêzin.
Tirk netirsin, zorê nebînin nasekinin. Dibê Îraq serî netewîne. Heta pozê tirkan neyê firikandin dev ji kurdan bernadin. Mesele çavbirîn e, çavê wan kurdan,Îraqê û Sûriyê dibire, lema jî êrîş dikin û gund û bajarên kurdan dagir dikin.

XXX
Gava dest pir dibin bar sivik dibe. Barê kurdayetiyê û Kurdistanê giran e, destek, du dest nikane vî barê giran rake, dibê em dest bidin hev, bi hev ra vî barê giran rakin.
Destê bi tenê deng jîê nayê.
Ji bo çepikan jî du dest lazim in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE